Li Wanê bi hinceta PKKyê 6 kes hatin desteserkirin
Li Wanê, hefteya borî bi “hinceta PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.
28.08.2023, Pts - 08:08
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 21-27ê Tebaxê de bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di navbera 21-27ê Tebaxê de di "operasyonên" cuda de bi hinceta ku “alîkariya PKKyê kirine” 6 kes hatin desteserkirin.
Derbarê kesên ku hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:24:17