Li Wanê erdhej

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erhejekê bi hêza 4.0 pileyan çêbû.
21.10.2023, Cts - 08:07
Li Wanê erdhej
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku demjimêr 08.05ê vê sibê li parêzgeha Wanê erhejeke bi hêza 4.0 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê erdhej 3 kîlometre dûrî navçeya Tuşbayê ya Wanê di nav Gola Wanê de çêbûye

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 13 kîlometre bûye.

Derbarê zerer û ziyanênên erdhejê de heta niha ti daxuyaniyek nehatiye belav kirin.

Parêzgeha Wanê li ser hêla erdhejê ye û di 2 erdhejên sala 2011an de 644 kesan canê xwe ji dest dabû û hezar û 966 kes jî birîndar bûbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:24