Li Wanê erdhej rûda

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê vê sibê erdhej qewimî
10.06.2022, Cum - 06:39
Li Wanê erdhej rûda
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD), vê sibê di demjimêr 09:02yan de li navçeya Tûşba ya Wanê erdhej qewimî.

Hat eşkerekirin ku erdheja li Wanê bi hêza 4,4 pile bûye û 6,95 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Du roj berê jî li heman navçeyê bi hêza 4,2 pile erdhej qewimîbû.

AFAD ragihandibû ku ji ber erdhejê rewşeke neyênî derneketiye holê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 590 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:36