Li Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Li navçeyên Rêya Ermûşê, Artemêtan û Tuşbayê yên ser bi parêzgeha Wanê ji ber berfê dibistan rojekê hatin girtin.
09.01.2023, Pts - 07:43
Li Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li Wan a Bakurê Kurdistanê ji ber berfa ku ji duh ve dibare li navenda bajêr stûriya berfê gihîşt 30 santîmetreyan, li cihên bilind heta 45 santîmetreyan stûr bûye. Li navçeyên Rêya Ermûşê, Artemêtan û Tuşbayê yên ser bi parêzgeha Wanê ji ber berfê dibistan rojekê hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê roja Duşemê 9ê Çileya 2023an li 3 navçeyên parêzgehê Rêya Ermûşê, Artemêtan û Tuşbayê ji ber barîna berfê ya zêde dibistan bo dema rojekê hatine girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihandibû ku ji ber berf û pûkê rêya 30 gundan hatiye girtin û tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirine.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, doh 8ê Çileya 2023an ragihandibû ku tê pêşbînîkirin li parêzgehên Qers, Mûş, Bedlîs, Wan û 12 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û li 29 parêzgehên Tirkiyê bo dema hefeyekê berf dibare û hişyarî dabû ku li beramber girtina rêyan welatî tedbîrên xwe werbigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:28:17