Li Wanê ji ber birûskê cerdevanek mir

Li navçeya Şaxê ya Wanê, cerdevanê li baregeha leşkerî bû birûskê lê xist û mir.
14.05.2024, Sal - 10:11
Li Wanê ji ber birûskê cerdevanek mir
Nuçe Belav bike

Li Wanê û navçeyên wê ev du roj in baran dibare.

Li navçeya Şaxê birûskê li baregeha leşkerî ya li Girê Hirsizê xist.

Cerdevan Çetîn Şeylanê 36 salî ku li wê baregehê bû ji ber birûskê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Çetîn Şeylan bi ambûlansê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê.

Mirovên Çetîn Şeylan piştî ku xeber bihîst berê xwe da nexweşxaneyê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 641 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:55:33