Li Wanê meş û çalakî 2 rojan qedexe ne

Li parêzgeha Wanê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.
19.08.2023, Cts - 11:52
Li Wanê meş û çalakî 2 rojan qedexe ne
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Wanê derbarê qedexekirina çalakiyan de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de got:

“Îro û sibe meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdia dike ku qedexe “ji bo rêgirtina li ber êrîşan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştimanî” hatiye ragihandin.

Çalakiyên bi destûra parêzgariyê serbest in

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.

Li Wanê çend hefte ne bi berdewamî rojên şemî û yekşeman bi biryara parêzgariyê lidarxistina çalakiyan tê qedexekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:44:49