Li Wanê mînîbusa koçberan qeza kir: 1 mirî 14 birîndar

Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve mînîbusa ku koçberan vediguhest li otomobîlekî qelîbî, di encamê de kesek mir, 14 kesên din jî birîndar bûn.
27.08.2022, Cts - 06:10
Li Wanê mînîbusa koçberan qeza kir: 1 mirî 14 birîndar
Nuçe Belav bike

Li navçeya Westanê li ser rêya Wan-Bedlîsê mînîbûsa bi plakeya 72 ED 832 ku koçber tê de bûn li otomobîla bazirganî ya bi plakeya 06 U 7803 qelibî.

Di qezayê de jineke ku di otomobîlê de bû jiyana xwe ji de da, şofêrê otomobîla bazirganî û 13 koçberên ku di mînîbusê de bûn birîndar bûn.

Birîndar ji cihê qezayê bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:28:43