Li Wanê mînîbusek wergeriya: 14 birîndar
Li navçeya Gevaşê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro mînîbusek wergeriya û di encamê de 14 kes birîndar bûn.
27.08.2023, Paz - 15:42
Li nêzîk gundê Etelan ê Gevaşê, îro tekerê mînîbusekê teqiya û wergeriya.
Di encama qezayê de 14 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Hat zanîn ku rewşa du birîndar dijwar e.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 636 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:34:53