Li Wanê polîsan minîbûsa koçberan gulebaran kirin: 1 mirî, 1 birîndar

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistan minîbûseke koçberan gulabaran kirine û di bûyerê de kesek hatiye kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bûye.
07.01.2023, Cts - 15:22
Li Wanê polîsan minîbûsa koçberan gulebaran kirin: 1 mirî, 1 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gor Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, îro Yekşemê 7ê Çileya 2022an hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li ser rêya sereke ya Qelqelî-Wanê li xaleke pişkinînê ya polîsan gule li minîbûseke ku 20 koçber têde bûn reşandine.

Li gor agahiyên destpêkê di bûyerê de kesek bi gulleyên polîsan hatiye kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bûye. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûne cihê bûyerê û kesê birîndar bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Hat ragihandin ku termê kesê hatiye kuştin bo demeke dirêj li ser rê maye û ew grûba 20 kesî ya koçberan jî heta niha li cihê bûyerê tên ragirtin. Biryar bû ew minîbûsa koçberan ji navçeya Qelqelî ya Wanê ber bi navenda bajêr ve biçe.

Heta niha derbarê nasnameya kesê ku canê xwe ji dest daye û koçberên di minîbûsê de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 530 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:26:42