Li Wanê qedexeya çalakiyan 8 roj hat dirêjkirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê berî ku qedexe bi dawî be tê dirêjkirin. Li parêzgehê careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha bo dema 8 rojên din hat dirêjkirin.
06.10.2022, Per - 08:58
Li Wanê qedexeya çalakiyan 8 roj hat dirêjkirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin. Li gor daxuyaniyê ji roja Çarşemê 5ê Cotmeha 2022ê heta 12ê Cotmeha îsal, bo dema 8 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku “bi armanca parastina ewlekariya can û malê welatiyan, jinavbirina planên rêxistinên terorê, parastina ewlekariya millî û tendirûstiya giştî, parastina asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”

Li sînorê parêzgeha Wanê qedexeya çalakiyan ev zêdeyî 5 sal in ji 21ê Mijdara 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê hatiye ragihandin û her 15 roj carekê bi berdewamî tê dirêj kirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:18:05