Li Wanê qeza, 28 birîndar hene
Li Wana Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan wergeriya û li gorî tesbîtên ewil 28 kes birîndar bûne.
01.05.2025, Per - 09:59
Qezayê vê sibehê li navçeya Westanê ya Wanê rû daye.
Li gorî agahiyan, otobusa rêwiyan a bi plakaya 44 AJ 999an a ku navê ajokarê wê hîn ne diyar e, ji kontrola ajokar derketiye û wergeriyaye.
Gelek cendirme û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûye.
Tîmên tenduristiyê her 28 birîndar bi ambulansan birine nexweşxaneyên li Wanê.
Vî nûçeyê tevayî: 188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:04:23