Li Xarpêtê agir bi daristanê ket

Li navçeya Depê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.
29.09.2023, Cum - 11:50
Li Xarpêtê agir bi daristanê ket
Nuçe Belav bike

Li gundê Çinaxçiyê yê Depê, şeva borî agir bi daristana nêzîkî gund ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên Rêveberiya Herêmî ya Daristanan bi 13 makîneyên kar, 2 otomobîlên agirvemirandinê û 34 karmendan dest bi vemirandina xebatên agir kir.

Gundiyan jî alîkarî da xebatên agirvemirandinê.

Di encama xebatên çend demjimêran de agir hat vemirandin lê 15 hektar daristan şewitî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 828 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:13:57