Li Xarpêtê erdhej çêbû
Li navçeya Qowanciyanê ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,0 pile pêk hat.
17.08.2022, Çar - 06:53
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku 17ê Tebaxa 2022ê li navçeya Qowanciyanê demjimêr 07:24an bi hêza 4,0 pile û 12 kîlometre di bin erdê de erdhejek çê bûye.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Xarpêtê di encama erdhejê de ti zerareke canî û madî çênebûye.
Herwiha hat gotin ku xebatên lêkolînê berdewam in.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 3772 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:35:54