Li Xarpetê pênç paşlerze yên li ser hev rû dan

Li navçeya erdhejên Bakurê Kurdistanê heta niha jî paşlerze berdewam in û îro berbangê bajarê Xarpetê bi pênç paşlerzeyên bihêz hejiya.
20.02.2023, Pts - 07:32
Li Xarpetê pênç paşlerze yên li ser hev rû dan
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin, li bajarokê Paloyê yê Xarpetê pênç paşlerzeyên bi hêza 4.8, 4.7, 4.6, 4.5, 4.4 rû dane.

Li gor zanyariyan çi ziyaneke canî û aborî nebûye, lê berdewamiya paşlerzeyan metirsî li ser avahiyên ku di her du erdhejên 6ê Sibatê de zerer gihiştiye wan dirûst dike.

Ev yek di demekê de, Di endama erdhejên ku navenda wan li Mereşê bû, heta niha 41 hezar û 20 kesan canê xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku piştî wan erdhejan jî, 6 hezar û 212 erdhej çêbûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:40:20