Li Zapê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîd li nav axa Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.
27.07.2022, Çar - 15:18
Li Zapê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîd li nav axa Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, ew leşkerê wan di encama teqîna bombeyekê de li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîd li nav axa Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, doh 26ê Temûza 2022ê li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîd li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerê bi navê Cuneyt Taşyurek, di encama teqîna bombeyekê de birîndar bûye û îro 27ê Temûzê canê xwe ji dest daye.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha îro aşkere kiribû ku 2 leşkerên wî welatî li bakurê Sûriyê û li navçeya Operasyona Mertala Firatê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê di 24ê Tebaxa 2016an de bi alîkariya komên çekdar ên girêdayî baskê çekdar ê opozisyonê ku pêştir jê re Artêşa Sûriyeya Azad û niha jî Artêşa Neteweyî ya Sûriyê tê gotin, li bakurê Sûriyê Operasyona Mertala Firatê pêk anîbû û herêmên di navbera Cerablus, Ezaz heta Marih û El-Babê kontrol kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 581 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:59:37