Li zozanên Agiriyê demsala pezbirînê dest pê kir

Li Zozanê Sînekê yê parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê demsala pezbirînê destpê kiriye.
13.07.2022, Çar - 11:53
Li zozanên Agiriyê demsala pezbirînê dest pê kir
Nuçe Belav bike

Li Zozanê Sînekê yê parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê demsala pezbirînê destpê kiriye. Koçer li wê derê ligel stranên Kurdî pezên xwe dibirin.

Koçerê bi navê Mehmet Artan dibêje, “Ev xelk ji bo pez birînê hatine zozanan. Rewş baş e û zozan jî baş in. 5 kes pez dibirin. Îro 5 kes 300 heta 350 ser pez dibirin. Bi giştî 500 heta 600 pez ji birînê re amade ne.”

Her çiqas niha ji bo birîna hiriya pez kelûpelên modern hene jî, lê li vê derê bi rêbazên kevneşopî ev kar tê kirin.

Koçer carinan li ser zêde pezbirînê pêşbaziyê dikin. Koçer bi palûte karê xwe dikin.

Mehmet Bulut dibêje, “Kar baş dimeşe. Li van zozanan kar ne xirab e. Nêzîka 150 pez hatin birîn. Pezê min bi xwe nîne, ez hatime alîkariya hevlingê xwe bikim.”

Koçer dibêjin, herçiqas hişkesaliyê bi giştî bandor li deverê kiriye, lê îsal baraneke baş li zozanên navçeya Avkevirê bariya ye û rewş gelekî baş e. Îsal ajeldarên Agiriyê hêviya qezenceke baş dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 862 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:46