Di navbera salên 1987-1988 de serpireştiya weşandina kovareke heftane bi navê Gaya Gazetesî dike. Sala 2010an yekemîn pirtûka xwe ya bi navê Dersim Kurd Tedibi nivîsandiye.
Mahmût Akyureklî xwediyê çend pirtûkên dîrokî ye, her wiha arşîveke wî ya mezin heye, bi taybetî ji arşîvên Osmaniyan û çend pirtûk li ser Serhildana Şêx Seîd û Dêrsim û hwd nivîsandiye. Her wiha di xortaniya xwe de bûye endamê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP).
Mahmût Akyureklî niha li Stenbolê dijî û di nav arşîv û belgenameyên Osmaniyan de lêkolînê li ser rewşa Kurdan dike.
Tora Medyayî ya Rûdawê di bernameya Pence Mor de ku ji aliyê Kawe Emîn ve tê amadekirin, hevpeyvîneke dûr û dirêj bi Mahmût Akyureklî re kiriye ku em dê di 3 beşan de biweşînin.
Akyurekli di beşa duyemîn a hevpeyvînê de behsa serhildana Şêx Seîd, tevgera Azadî û Xoybûnê, serhildanên Dêrsim û Agiriyê û helwesta Komara Tirkiyê ya hemberî Kurdan dike.
Beşa 2 ya Pencemorê bi Dîroknasê Kurd Mahmût Akyureklî re
Rûdaw: Temaşevan û guhdarên hêja, em di beşekî din a Pencemorê de bi we re ne. Di vê bernameyê de em bi Dîroknas Kek Mahmût Akyureklî re guftûgoya xwe didomînin. Kek Mehmûd, bi xêr hatî bernameya me. Di vê beşa bernameya me de, ez dixwazim em li ser serhildana Şêx Seîd biaxivin, bi taybetî ku te jî du berg pirtûkên mezin li ser serhildanê nivîsandine û bi dehan belgeyên girîng ên di arşîvên Osmaniyan de yan jî di arşîvên Tirkiyê de weşandine. Çima jê re dibêjin Şêx Seîdê Pîran ku bi xwe ne jî Pîranê ye.
Mahmût Akyureklî: Şêx Seîd ne xelkê Pîranê ye. Di 1914an de dema Şerê Ûris (Rûs) çêbû, malbata Şêx Seîd li Xinisê bûn. Ew li Xinisê mihacir bûn, yanî xwe avêtine dûrî sengeran. Em jî wisa bûn, dema Ûris hat ji ber wan vekişiyan rojava. Mala Şêx Seîd jî, wê demê birayê wî, Şêx Seîd, mirovên wî vekişiyan. Hinek hatin Pîranê, birayê Şêx Evdirehîm li Pîranê zewicî. Dema Şerê Ûris xilas bû, Şerê Cîhanî yê Yekem bû, piştî wê Şêx Seîd tevî birayên xwe çû û hinek ji wan jî li Pîranê man. Nezewicîbûn, dema xort bûn hatibûne wir û li wir zewicîn û li wir man. Di sala 1925an de dema Xalid Begê Cibrî tê girtin, bangî Şêx Seîd jî dikin ji bo dayîna îfadeyê li ser Azadî û Beytuşebabê (Elkê). Qaymeqamê Xinisê Kurd e, jê re dibêje, bêje ez pîr im nikarim werim Bedlîsê îfadeyê bidim, îfadeya min bi daxwazekê li Xinisê bigirin. Dema li Xinisê îfadeya wî digirin Şêx Seîd jî gelekî aciz dibe, ji ber ku dizane Xalid Beg û Yûsif Ziya hatine girtin. Li wir derdikeve Îrşadê, kurê Şêx Elî Riza jî tam wê demê mal biriye Helebê firotiye, pez dibirin û difirotin. Ji wir derbasî Stenbolê bûye û şevekê li mala Seyîd Ebdulqadir bûye mêvan. Dema Şêx Seîd derdikeve Îrşadê, Şêx Elî Riza ji Stenbolê tê, di navbera Çewlig û Erzeromê de mintiqeyeke bi navê Şûşar heye, li wir hevdîtinekê dike. Piştî ku Şêx Seîd îrşad dike, murîdên xwe dibîne û bi wî şiklî hêdî hêdî tê Pîranê. Di 3 mehan de gereke wisa dike. Wê demê îstixbarata Tirkiyeyê raporek çêkiriye û ji Ataturk re şandiye, parlamanterê Gêncê Hemdî di rapora îstixbaratê de dibêje; di nav Kurdan de hereketek peyda bûye, Seîdê Nûrsî hatiye Erzeromê di nav milet de digere, Şêx Seîd jî di nav milet de digere, niyeta van nebaş e. Ser wê Şêx Seîd derbasî Pîranê dibe, di îrşadê de li dijî komarê diaxive. Yanî milet hazir dikin, berê jî me got, meseleya Betuşebabê (Elkê), dema Yûsif Ziya telgraf şand, telgrafa wî xelet hate femkirin. Di 25ê Gulanê de divê li Şemzînanê hereketeke mezin çê bibûye. Ji bo vê serhildanê her kes ber xwe ve dixebitî. Şêx Seîd dixebitî, Xalid Begê Cibrî jî dixebitî, Mela Seîdê Kurdî jî dixebitî, her kesî li ber xwe propagandayek dikir, milet amade dikirin. Bi nav nedikirin, dîrok û navê wê nedigotin lê milet ji bo serhildanê amade dikirin. Mêjiyê milet ji bo wê kêliyê amade dikirin.
Rûdaw: Şêx Seîd û Mela Sêîdê Nûrsî endamên Azadiyê bûn?
Mahmût Akyureklî: Belê, qeneeta me ew e, belgeyên kî endam e, kî ne endam e li cem me nîne, lê di tevger û têkiliyên wan de em dizanin ku endam in. Sêîdê Nûrsî jî endam e, Şêx Seîd endam e di eslê xwe de lê dema Xalid Beg wan hatin girtin, Şêx Seîd bêhêvî ma, îrşada xwe berdewam kir, dema hate Pîranê, li wir tiştek rû da. Cendirme hatin, 3 fîrar xwestin, li ser wan fîraran hinek alozî çêbûn. Şêx Evdirehîm, birayê wî yê biçûk ciwan bû, bê tehemul bû, ji ber germiya wî meseleyek derket. Dema mesele derket, murîdên wî, Şêx Seîd ji Pîran derxistin, birine Hênê û ji wir jî çûne Liceyê. Dema çû xelkê got, Şêx Seîd Efendî qiyam kiriye. Dema gotin qiyam kiriye, herkes bi das û tifing û her çiyên wan hebûn, digirtin û dihatin, qelebalixiyek geş bû. Li ser wê serhildan durist bû. Şêx Seîd Efendî jî di mehkemeyê de dibêje, jê dipirsin tu di kuyê vî îşî de yî? Ew jî dibêje ez wek her kesî me.
Rûdaw: Bi plan nebûye?
Mahmût Akyureklî: Belê bi plan nebû. Meseleya Şêx Seîd ne bi plan bû, lê mecbûr ma dema milet rabû, milet ji xwe amade bû lê hesasiyeta dîn jî heye tê de ku em bêjin tunebû ew jî ne rast e. Dibêjin Şêx Seîd di weazeke xwe de gotiye, benê Îslamê yê ku em û Tirk bi hev ve girêdabûn Mistefa Kemal ew birrî. Yanî dibêje di navbera Kurdan û Tirkan de tiştek nehîşt. Hinek dîroknas ji bo vê sedema dibêjin, meseleya Şêx Seîd ne meseleyeke neteweyî ye, meseleyeke dînî, olî ye.
Rûdaw: Tu çi dibêjî li ser vê meseleyê mamoste?
Mahmût Akyureklî: Her du jî hene, em nikarin bêjin yek tenê ye. Çareseriya meseleya olî bi felsefe hêza Kurdî be. Em dizanin ku di gelek belgeyan de heye, Komîteya Xîlafetê jî di nav vî îşî de bû. Wê demê Sultan Wahdedîn û yên din hemû derxistibûn, kurê Ebdulhemîd, Selîm dema meseleya Şêx Seîd Efendî bû li Sûriyê bû. Hevdîtina Seyîd Ebdulqadir û Komîteya Xîlafetê jî bi hev re hebû. Di esil de bername ew bû ku dê Seyîd Ebdulqadir derbasî Şemzînanê biba û li Şemzînanê dê serhildaneke mezin çêbûya. Dema meseleya Betuşebabê bû, îş eşkere bû, Şêx Seîd mecbûr ma qiyamekê durist bike, bi ser de meseleya Şemzînanê jî hate birrîn. Hîn Şêx Seîd nehatibû girtin, Seyîd Ebdulqadir û kurê wî ji Stenbolê anîne Diyarbekirê xeniqandin (darve kirin).
Rûdaw: Belê mamoste, pirsek, hinek dîroknas dibêjin ku ev tehrîka Tirkan bû yan jî provakasyona Tirkan bû ku serhildana Şêx Seîd dest pê kiriye. Tiştekî wisa heye?
Mahmût Akyureklî: Demekê ber destê me belge tunebûn. Dema ku tunebe her kes li gorî fikr û ramanên xwe tiştekî dibêje. Yanî tiştekî didin ser hev. Îcar dema ewraq (belge) derketin holê me fem kir ku tiştekî wisa nîne. Çima nîne? Dema meseleya Pîranê qewimî, lewma dibêjin Şêx Seîdê Pîran, em wê jî ji bîr nekin, ew eslê xwe Paloyî ne, kalikê wî li Paloyê ye, ji wan re dibêjin Mala Şaliyê Paloyê, ji ber ku serhildan li Pîranê dest pê kiriye loma dibêjin Şêx Seîdê Pîran. Kurdên Tirkiyê nabêjin Şêx Seîdê Pîran, dibêjinê Şêx Seîdê Paloyî. Li Kurdistanê, hûn dibêjin Şêx Seîdê Pîran. Di meseleya Şêx Seîd de wê demê, leşkerên Tirkiyê yên wê demê hemû Kurd bûn. Dema serhildan çêbû, hemûyan tifingên rakirin û hatin. Berî ku esker bi tifingên xwe werin, 20 çek jî bi Şêx Seîd re tunebûn. Hêzeke eskerî yê Şêx Seîd tunebû, hemû eşîr û murîd bûn. Ev ne provakasyona Tirkan bû, tiştekî tesadufî bû. Çima provakasyona Tirkan tune ye, em dikarin vê bi zelalî bêjin, eskerê Tirkiyê yê wê demê hemû Kurd bûn, xwe radestî Şêx Seîd kirin, eskerên wî tunebûn. Dema Şêx Seîd avêt ser Diyarbekir, leşker di xeta Fransiyan re derbas kirin û anîn Diyarbekir û dest danîn ser, ev mesele çareser kirin.
Rûdaw: Şêx Seîd çima berê xwe da Amedê û neçû Bedlîsê?
Mahmût Akyureklî: Em wê nizanin, min carekê, du caran anî ser ziman. Xalid Begê Cibrî û Yûsif Ziya wê demê li Bedlîsê di hundir (girtîgeh) de bûn. Bedlîs wek Diyarbekir ne tehekum bû.
Rûdaw: Çima li wir li ber xwe nedaye?
Mahmût Akyureklî: Dibe ku derdora wî ew îqna kirin, plan nebû. Şêx Seîd mirovekî gelekî maqûl bû, baweriya wî bi mirovan dihat, derdora wî dema tiştek digotin eger serê wî keta, ew dikir. Hereketekî bê plan, bê hêza operasyonel, leşker û plan tunebe ew hereket bi ser nakeve.
Rûdaw: Mamoste tu dibêjî, ew eskerên Kurd hemû bi Şêx Seîd re bûn.
Mahmût Akyureklî: Belê pê re bûn.
Rûdaw: Çima bi ser neketin?
Mahmût Akyureklî: Dewleta Tirkiyê, Osman Nûrî Paşa ji Qaxizman a Qersê bi hêzeke mezin anî. Eskerên din jî ji Fransiyan destûr wergirtin ku wê demê Sûriye di destê wan de bû, bi trenan xeta Fransiyan derbas kirin û anîn.
Rûdaw: Yanî di pişt wan re hatin?
Mahmût Akyureklî: Erê di pişt wan re hatin. Eskerên tevlî Şêx Seîd bûn, ne bi pile bûn, cendirme, piyade bûn. Mareşaliya wan tunebû, rêbazên şerê mezin nedizanîn.
Rûdaw: Eşîrên Diyarbekirê li dijî Şêx Seîd rabûn?
Mahmût Akyureklî: Belê, yên ku li dijî Şêx Seîd derketin hebûn. Ramanî derketin, Bekiran derketin. Li Xinisê jî derketin. Dema Şêx Seîd derbasî Îranê bû.
Rûdaw: Çima Mamoste? Ewqas dixwestin serokekî Kurd hebe.
Mahmût Akyureklî: Qasim jî li dijî wî derket. Çima li dij derketin? Pirsgirêk ev bû, ya yekem bêplan bû. Kesî bawer nedikir, tirsiyan. Dema ku tiştek bêplan be, amadehî û bingeha wê çênebe, yek rabe serhildanekê bike nabe, tirsiyan. Wek mînak, herkesî dizanî ku berî wê 3 salan li Koçgiriyê bûye. Meseleya Şêx Seîd bêplan bû, di 2 mehan de xilas bû. Heger di 2 mehan de xilas nebûya, 2 mehên din li ber xwe bidana wê Dêrsim û êşîrên din tevlê bibûna. Heger bidîtana serkeftin heye dê eşîr tevlê bibûna. Dema ku serkeftinek tunebû her kes tirsiya.
Rûdaw: Di wan 2-3 mehan de di navbera dewleta Tirkiyeyê û Şêx Seîd de danûstandin çêbûye?
Mahmût Akyureklî: Di cihekî de efserekî Tirk dîl digirin. Li Fîsê dema hêza wir dîl digirin di şerekî de, efserekî pilebilindê Tirkan ji Şêx Seîd re dibêje, ev ne tiştekî rind e û dawiya vî tiştî jî nîne, xwe radest bike, ku tu radest bibî ez ê jî bibim alîgirê te bi cezayeke biçûk tu yê jê xilas bî. Niyeta Şêx Seîd heye li wir teslîm bibe lê Emerê Faro nahêle. Eşîra Modan heye di navbera Çewlig û Liceyê de ji wê eşîrê ye, ne qayil e. Çima ne qayil e, ji ber ku dema ev mesele germ bû, fîrar û qaçaxên Kurdan jî ketin nav ku serhildan xilasî bû ji wan re. Ew berî serhildanê firar û qaçax bûn ku bihatana girtin dibe ku ceza bixwarana û bihatana darvekirin, ewraqên wan jî bi dest min ketin hinek tişt hene ez nikarim li vir bêjim ku tiştên nebaş kirine lê dema meseleya Şêx Seîd dest pê kiriye ji şexsê xwe re xilasî dîtine û ketine nav meseleyê. Emerê Faro jî tevî merivên xwe firar in, xilasiya wan serkeftina Şêx Seîd e. Emerê Faro dibêje, Şêx Seîd Efendî ku tu qebûl bikî em qebûl nakin, piştî vê saetê tu bi Tirkan re rêkeftinekê bikî em tune ne.
Mahmût Akyureklî: Li Fîsê dema ku alaya Fîsê dîl digirin. Paşê li Fîsê alayek rehîn girtin, şer bû, Alaya Fîsê dîl girtin, Albayekî tirk ji Şêx Seîd re got, em bi hev re diaxivin Ev ne kar e. Dewlet ji dewletê re lazim e. Ez di wê baweriyê de me ku hûn teslîm bibin, dema hûn teslîm bibin ez dikarim bibim qesdî, yanî bibim piştgirê we, hûn ê bi cezayekî biçûk biqedînin.
Rûdaw: Kek Mehmûd, Şêx Seîd dixwest biçe Îranê? Tiştekî wisa heye?
Mahmût Akyureklî: Belê, dema ku avête ser Diyarbekir, dema ku Diyarbekir têk çû, Şêx Seîd ji derdora xwe re got, her kes herin mala xwe. Ev kar qediya. Wî fêm kir ku qediyaye. Nexwest ku kesekî din zirarê bibîne, were kuştin. Got bila her kes here mala xwe. Her kes çûn malên xwe. Dema belav bûn, Şêx Seîd û nêzîkî 100 siwariyên wî, yanî kesên nêzîkî wî, axayên Cibriyan filan berê xwe dane Îranê, niyeta wan derbasbûna Îranê bû. Hatin Çepexçûrê û ji wir derbasî Solaxanê bûn. Li Solaxanê gundê Melekan heye, gundê Şêx Ebdullah e. Di doza Şêx Seîd ku yek ji wan 37 kesan bû hat darvekirin. Li wir şandin Qasim anîn ji Gimgim-Warto. Heta wê demê Qasim di nav vî îşî de nebû. Dibêjin Qasim xayîn e. Mirovekî xayîn divê di serî de di nav de bûya, ne wisa bû. Dema ku Qasim anîn, jê re gotin tu leşker î, berê jî dema avêtine ser Gimgim-Wartoyê, dîsa Qasim wek mînak di navbera wî û Şêx Elî Riza de guftûgo çêbû û Qasim nekete nav wan, qebûl nekir. Wî got ku tiştê ku hûn dikin bi ser nakeve.
Rûdaw: Çima alîkariya wî nekir ku biçe Îranê?
Mahmût Akyureklî: Qasim efser bû, şer dîtibû, 15 salên wî di şer de derbas bibû, dizanibû rêxistinek wê çawa bi ser bikeve yan bi ser nekeve. Wî dizanibû ku ew ê bi ser nekeve. Yanî meseleya Qasim, heger Qasim bizaniya dê bi ser bikeve dê di serî de tevlî bibûya. Qasim dît ku bi ser nakeve û xwe xilas kir. Di dadgehê de jî xwe xilas kir, derket. Şêx Seîd got em dê biçine Îranê, Qasim tu efser î, tu usula Tirkan dizanî, taybetmendiyên leşkerên Tirk dizanî, me bibe Îranê. Qasim got, temam û bi hev re bi rê ketin û berê xwe dane Îranê. Îqna kir û got, em teslîm bibin, wê demê nameyek nivîsand û ji leşkerên Tirkiyeyê re şand, got em dê li filan derê teslîm bibin. Di rê de jî dema Şêx Seîd fikra xwe guherand, Qasim tirsiya. Dema hatin girtin û hatin Gimgim-Wartoyê, Osman Nûrî Paşa û Qasim hev baş nas dikin, ji ber ku di Şerê Ûris de li kêleka hev şer kirine. Osman Nûrî Paşa fermandarê Qasim bûye. Ew dibêje em Qasim darvekin, li Gimgim-Wartoyê bê darizandin, Dadgeha Îstiklalê destûrê nade, dibêje heta neyê darizandin nabe ku were darvekirin. Ew di dibêje em Qasim darvekin ji bo bandor û tirseke zêde li ser Kurdan çê bibe. Şeva ku Şêx Seîd hate girtin Xalid Begê Cibrî darve kirin, heta wê demê nediwêriyan darve bikin, digotin dibe ku di nav Kurdan de serdhildaneke mezin rabibe dê ev mesele gelekî mezin bibe. Dema Şêx Seîd hat girtin Tirkiyê jî cesaret wergirt û di heman şevê de Xalid Begê Cibrî gulebaran kirin ji ber ku ew leşker bû darve nekirin.
Rûdaw: Şêx Seîd di dadgehê de bi başî xwe parast?
Mahmût Akyureklî: Belê
Rûdaw: Çawa
Mahmût Akyureklî: Şêx Seîd tişta ku qewimî rast got.
Rûdaw: Yanî her tişt got?
Mahmût Akyureklî: Wî her tişta dizanibû gotê lê derbarê Azadî de her behsa her tişt nekir. Li ser Azadiyê gelek tişt jê pirsîn. Wî jî got ez nizanim. Tiştekî baş û yan xerab negot. Tişta ku Qasim li dadgehê gotî pir baş bû.
Rûdaw: Qasim li li ser Şêx Seîd şahidî kir?
Mahmût Akyureklî: Belê. Wî jî îfadeya xwe da. Got Şêx Seîd serhildan, lê min jê re negot ku serhildanê bikin. Yusuf Ziya fikra wî xirab kir. Behsa van hemûyan kir. Qasim derbarê Azadiyê de jî hinek tişt gotin.
Rûdaw: Çawa, çi got?
Mahmût Akyureklî: Di dadgehê de got, Tevgera Azadî hebû. Û eşkere kir di nav de ne. Eger em niha lê binêrin em dê bibêjin Qasim xayin e, lê dema ku ew behsa wan dikin, hemû hatibûn kuştin. Qasim xwe xilas kir. Kesên ku li dijî wan axivîn ne sax bûn. Hemû hemû hatibûn kuştin. Di destê me de tu delîlek nîne ku dema Xalid Begê Cibirî di jiyanê de be Qasin tiştek derbarî wî de gotibe. Em nikarin tiştekî bibêjin.
Qasim tiştek baş got, ez ji we re bibêjim. Ev gotinên Qasim ji bo min di mijara Şêx Seîd de kilît in. Di dadgehê de Qasim dest pê dike ku û dibêje Azadî hebû, Azadî wisa û wisa nebû. Ew li ser Azadiyê gelek tiştan dibêje. Herwiha dibêje ku divê Seyîd Ebdulkadir di meha Gulanê de serhildan bikira. Gelek rêza Qasim ji bo Şêx Seîd heye. Qasim ji hakîm re dibêje "Efendi roja pêncşemê berî çarşemê anî.” Bi rastî ev hevok mifteya meseleya Şêx Seîd e.
Rûdaw: Hakîm van dibêje?
Mahmût Akyureklî: Na, ev îfadeya Qasim e, û hatiye nivîsand in. Dibêje "Efendî roja pêncşemê berî çarşemê anî." Wate diviyabû di meha Gulanê de dest pê bikira, lê Efendî zû dest pê kiriye, ev kar şikestiye.
Rûdaw: Bi qasî ku hûn dizanin yan jî li gorî belgeyên ku we gihandiye, Ataturk destwerdana dadgehê kiriye?
Mahmût Akyureklî: Belê, belê. Yên ku biryara Dadgehên Îstiqlalê dan, ne hiqûknas bûn. Hemû jî wekîl bûn. Yek leşker, yek esnaf, yek memûr (fermanber) bû. Yek ji wan jî edalet nexwendibû. Nizanibûn edalet çi ye. Telîmata Tirkiyê çi bû jî, ew bi cih dikirin.
Ataturk ji serî heta binî talîmat da. Heta ku di wezaretê de biryarek da û xwest di medyaya Tirkî de ew weke serhildaneke Kurdan bê nîşandan û li Ewropayê jî weke serhildaneke olî ye û ji bo piştevaniya xilafetê bê nîşandan. Bi wê yek xwest ku Ewropayê bêhêvî bike û îtîbara wan nemîne, di hundir de jî bila milet bibêjin ku ev Kurdiyatî û neteweperestiyê dikin. Atatürk di wê demê de rêberekî wisa bû ku bêyî haya wî tiştek nedihat kirin.
Rûdaw: Alaya serhildana Şêx Seîd hebû?
Mahmût Akyureklî: Di destpêkê nebû. Ez dê wêneyê wê alayê jî bidim we. Ew roja duyemîn diçin Licê. Roja sêyemîn kurê melayekî ku mirudê Şêx Seîd diçe û alayekê dide wan. Dibêje serhildan heye, ji we re alayek lazim e. Ala kesk e û li ser "La ilahe illallah Muhammed resulullah" hatiye nivîsandin û ne tiştekî din e. Alayeke ku bi taybetî pêştir hatibe çêkirin nîne.
Rûdaw: Yanî ev ala Şêx Seîd bi xwe ye çênekiriye?
Mahmût Akyureklî: Na, na. Bi plan nebû. Tiştek plankirî tune bû. Ne tevgerek bû ku plan, al, mareşal leşkerên wê hebe û rêxistinên wê bên damezrandin. Ev ne tevgereke ku ji berê ve hatibû plankirin û piştre dest bi serhildanê kiribû. Tesadûf bû, lewma ala wê tunebû. Piştî wê, dema tên Licê, ew kes - navê wî niha nayê bîra min, ezê paşê belgeyên wî ji we re bişînim – wî ev al daye Şêx Seîd û piştî wê jî vê alayê dikin senceq (al).
Rûdaw: Di Serhildana Şêx Seîd de çend kes hatin girtin û bidarvekirin?
Mahmût Akyureklî: Nêzîkî 5900 kesan hatin dadgehkirin. Derbarê zêdeyî 400 kesan de ku niha hejmara rast nayê bîra min- biryara îdamê hat dayîn. Şêx Seîd û 37 hevalên wî di heman rojê de li Amedê hatin îdamkirin. Gorên wan jî veşartin. Em nizanin ew li ku ne, lê îro em dizanin li ku derê ne, lê hikûmetê negotiy li ku derê ne. Piştre li ser gorên wan avahiyên leşkerî hatin avakirin. Beriya Şêx Seîd, Seyîd Ebdulkadir û kurê wî Seyîd Mihmed, Kemal Fevzî û Doktor Fuad hatin îdamkirin. Pêşî ev hatin îdamkirin.
Dadgehê du sal dom kir. Sê-çar mehan li Amedê bû. Piştî ku di çar mehan de li Amedê karê xwe qedandin, Xarpêt ji bo wan cihekî ewletir bû lewma dadgeh birin wê derê. Dadgehê li Xarpêtê berdewam kir. Mînak Parlamenterê Dêrsimê Hesen Xeyrî Beg li Xarpêtê hat darizandin û îdamkirin. Ji bo 470 kesan biryara îdamê hat dayîn. 100-150 ji wan nehatin girtin. Biryara qiyabî bû, nehatibûn girtin û reviyan, lê yên din hatin girtin û îdamkirin. Di sala 1928an de efûyek hat derxistin û yên ku reviyabûn hatin efûkirin. Di nav wan de birayê Şêx Seîd yê bi navê Şêx Ebdurrahîm jî hebû.
Rûdaw: Li Sûriyê bûn?
Mahmût Akyureklî: Belê, ew derbasî Sûriyê bûn. Zarokên Şêx Seîd, Şêx Elî Riza û Şêx Selahedîn derbasî Iraqê bibûn. Dema Xoybûn ava bû, Şêx Elî Riza çû Sûriyê. Rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li Sûriyê hatin cem hev û li wê derê Rêxistina Xoybûnê ava kirin. Bi Ermeniyan re Xoybûn ava kirin. Piştî vê yekê nîqaş derket.
Rûdaw: We behsa Hesen Xeyrî kir. Di dîroka Kurdistanê de, bi taybetî jî li Başûr, Hesen Xeyrî wekî xayîn tê binavkirin. Heta ku digotin dema wî îdam biki ew bi xwe dibêe “Dema ku ez mirim, gora min li cihekê çêkin ku bila Kurd neheqiyê li beramberî min bikin” tiştek bi vî rengî heye?
Mahmût Akyureklî: Ev neheq in. Ev neheqiyeke mezin e. Neqiya mezin ew e ku mirovek çûbe li ber rehma Xwedê bêbextî li wî were kirin e. Kê ew nivîsandiye? Belgeyeke wiha di destê ti kesî de nîne. Dema ku alîgirên Şêx Seîd ketin Xarpêtê, Şêx Şerîf wek mêvan çû mala Hesenê Xeyrî. Wî ew birin wilayetê û wilayet girtin û radestî wan kir. Bi hev re bûn.Hesen Xeyrî ji pismamê xwe Mihemed Celal Efendî re telgrafek şandibû û gotibû, bila eşîrên Dêrsimê beşdarî vê tevgerê bibin. Xozat wê demê navenda Dêrsimê bû, dema telgraf gihîşt Xozatê, ket destê leşkeran. Mihemed Celal Efendî girtin û paşê jî Hesen Xeyrî girtin. Di sala 1926an de jî hatin îdamkirin. Di dadgehê de hevalekî Hesen Xeyrî hebû Mazhar Mûfit Beg. Hevalên meclîsê bûn û pir ji hev hez dikirin. Ewqasî ji Hesen Xeyrî hez dikir, Atatürk gotibû wî îdam bikin. Ataturk dibêje “Ev yek ji mezintirîn xayînên Kurdan e.” Ji ber ku zimanê wî gelek tûj bû. Li ser mijara Koçgiriyê, li meclîsê tişta Hesen Xeyrî ji Ataturk re gotiye heta wê demê kesî nekariya ji Ataturk re wiha bibêje.
Rûdaw: Çi gotibû?
Mahmût Akyureklî: Ew dibêje “ew kesên ku wekî te zordarî kirine hemû çûne û di dîrokê de nemane. Navên wan nemaye. Hûn li Dêrsimê zordariyê li kurdan dikin.” Hesen Xeyrî kesekî pir kurdperwer bû û ji gelê xwe hez dikir. Berê têkiliyên wan bi Atatürk re gelek baş bûn. Çawa baş bû? Dema Ataturk di sala 1916an de ji bo Eniya Kafkasyayê hat Farqînê, Hesen Xeyrî di yekîneya mihafiz (pasavan) a Ataturk de bû. Yanî fermandarê yekîneya mihafiz a Ataturk bû. Ataturk dizanibû ku Hesen Xeyrî kî ye. Hesen Xeyrî kesekî hişk bû û zimanê wî jî tûj bû. Ji ber vê yekê têkiliya wî ûAtaturk roj bi roj xirab bû. Ji Ataturk re got “tu dîktator î” kesê nekariye vê yekê bibêje. Di meclîsê de ji Ataturk re got “tu dîktator î. Ev tişta tu dikî dîktatorî ye.”
Di mesela Hesen Xeyrî û Şêx Seîd Efendî de jî ev tiştên tên gotin derew e. Tiştekî wisa nîne. Di meseleya Şêx Seîd Efendî de jî wî û Şêx Şerîf bi hev re piştgirî dane Şêx Seîd. Şêx Şerîf li mala wî bû mêvan. Paşê nameyek ji pismamê xwe re şand û got, bila eşîrên Dêrsimê tevlî serhildanê bibin, lê zivistan bû û zivistana Serhedê jî dijwar e. Wê demê di sala 1925an de li Dêrsimê zivistanê 4-5 metre berf dibariya. Carna gundiyên Dêrsimê 6 mehan nedikarin ji gund xwe derbikevin û xwe bigihînin bajêr. Name wê demê çû û negihîşt Seyîd Riza. Kete destê leşkerekî. Piştî wê jî Hesen Xeyrî anîn îdam kirin. Hesenê Xeyrî hevalê Xalid Begê Cibrî wê dibistanê ye, wêneyên wî min bi min re hene, ez dê bidim we.
Rûdaw: Yanî tu piştrastî ku Hesen Xeyrî ne xayîn e?
Mahmût Akyureklî: Tiştekî wisa nîne. Ev derew e, bêbextî ne. Ev dereweke nebaş e.
Rûdaw: Tu li ser Mele Seîdî Kurdî tiştekî cuda dibêjî. Hin dîroknas dibêjin ku ew li dijî Şêx Seîd bûye, gotiye em misilman in û nabe misilman xencerê li pişta xencerê bide. Tiştek wiha heye?
Mahmût Akyureklî: Dibe ku wî ev gotin kiribe, lê di sala 1925an de nekiriye. Wî ev yek di şerê Ûris de gotiye. Di şerê Ûrisê de wî got em hemû misilman in.
Rûdaw: Seîdê Nûrsî di Serhildana Şêx Seîd de tiştekî wiha negot?
Mahmût Akyureklî: Na ne gotiye. Seîdê Nûrsî sê meh beriya serhildana Şêx Seîd tê Erziromê. Li wir bi Xalid Begê Cibrî re dicive. Dibe ku bi Şêx Seîd re jî hevdîtin pêk anî be. Li wir du kesên girîng ên alîgirên Şêx Seîd hebûn. Kurê Xalid Begê Cibrî yê mezin fermandarê Alayên Hemîdiyê bû. Kurên wî Baba Beg û Kamil Beg her du jî tevî Şêx Seîd hatin îdamkirin. Di nav wan 37 kesan de ew herdu bira jî hebûn. Mesela hat mala wan. Li mala Midûrê Nahiya Cebexçûr Tayîp Efendî jî bû mêvan. Ev hemû jî bi Şêx Seîd re hatin îdamkirin.
Beriya vê mijarê me got ku di meseleya Serhildana Gulanê de ji aliyekê Seîdî Kurdî milet ji bo serhildanê amade dikir û li aliyê din jî Şêx Seîd gel amade dikir. Dema serhildana Şêx Seîd pêk hat li wê herêmê bû. Ji ber ku bi hev re bûn û hevdu nas dikirin, wî fêm kir ku tiştek xelet heye. Dema serhildanê dest pê kir ew çû wanê û xwe xist nav şikeftekê û got ku ez di nav vî karî de nînim. Bi vê yekê xwe xilas kir. Ev gotinên Mele Seîd di sala 1914an de hatine gotin, ne di sala 1924an de. Gotiye di demekê de Tirk bi Rûs û yên din re şer dikin, nabe em jî xencerekî li pişta wan bidin. Wî got ji ber ku em ji heman olê ne û em bira û mirovên hev in, em dê bi hev re şer bikin û welatê xwe rizgar bikin.
Rûdaw: Şoreşa Çiyayê Agirî, şoreşeke eşîrî bû yan şoreşeke neteweyî bû? Xoybûn çawa tevlî Şoreşa Çiyayê Agirî bû?
Mahmût Akyureklî: Xobûn dema hat damezrandin, piştê wê ev û Eremnî ji hev veqetiyan. Di wê heyamê de li Agirî pirsgirêke înzîbatî çê bû. Di navbera dewlet û serokê eşîrekê de tiştek qewimî. Di navbera gelek eşîrên Kurdan û dewletê de pirsgirêk hene. Wê demê jî pirsgirêka kîjan eşîrê hebûya, dewletê ew dişandin rojava, nefî dikirin.
Rûdaw: Yanî ev ne şoreşeke netewî bû?
Mahmût Akyureklî: Na di destpêkê de nebûye, sedemeke înzîbatî bûye. Meseleyeke eşîrî bû. Wexta ku wê saleke berdewam kir, wê demê Xoybunê got ku ev firsendek e û Îhsan Nûrî şand wir. Dema Îhsan Nûrî hat wir, veguherî şoreşeke neteweyî. Serhildana Agirî ji sala 1929 heta 1930 di nava 1-1,5 salên dawî de serhildaneke neteweyî bû. Ji sedî sed netewî bû ji ber ku Îhsan Nûrî li wê derê dewletek, yanî meclîsa xwe ava kir û artêşa xwe ava kir. Ez dikarim bibêjim ku meseleya Agiriyê ji ya Şêx Seîd, Koçgirî û Dêrsimê jî di çarçoveyeke plansaztir û sîstematîktir de çê bû.
Rûdaw: Lê dîsa şikest û nekarîn...
Mahmût Akyureklî: Nikarîbûn, dewlet mezin bû. Hûn dizanin dewleta Tirk wê demê çi kir? Xuya bû ku ew nikarîbû bi ser bikeve. Erdên xwe beceyîş kirin. Mina Maku da Îranê û Çiyayê Agirî jî ji Îranê girt. Eger ew beceyîş nekirina, yanî pişta Çiyayê Agirî hêla rojhilat neketiya di destê Tirkan de wan nedikarîn vê meseleyê çareser bikin.
Rûdaw: Rûsan di vê yekê de rol hebû?
Mahmût Akyurekli: Rûsan tu carî alîkariya Kurdan nekiriye.
Rûdaw: Rûsan alîkariya tirkan kirin?
Mahmût Akyurekli: Rûs her alîgirên Tirkan bûn. Rûs tu carî li dijî Tirkan nebûne. Di meseleya Azadî de jî Rûs alîgirên Tirkiyê bû, di mesela Şêx Seîd de jî di meseleya Agiriyê de jî li aliyê Tirkan bûn. Weke îstîsnayek, dema ku rêwîtiya dirêj a Mele Mistefa Barzanî dest pê kir, Rûsan li wir alîkariya Kurdan kirin û li Kurdan xwedî derketin. Beriya wê jî tu alîkarî û piştgirîya Rûsan ji Kurdan re nebûye, di dîrokê de jî nehatiye nivîsandin ku Rûsan alîkariya Kurdan kirine.
Rûdaw: Li Dêrsimê komkujiyeke mezin çêbû. Tirkan li Dêrsimê dixwestin çi bikin? Dixwestin ji Kurdan re çi bibêjin?
Mahmût Akyurekli: Belkî jî komkujiya herî mezin li Dêrsimê hat kirin. Li gorî belgeyên fermî 13 hezar kes hatin kuştin. Li gorî belgeyên ne fermî û bi dîroka devkî em dizanin ku nêzîkî 30 hezar kes hatine kuştin. 30 hezar kes, jin, zarok û mêr... 30 hezar, ne kêm e. Ewqas mirov nefî kirin. Xelkê Dêrsimê Kurdên Elewî ne. Eşîr bi piranî Dimilî/Zaza ne û hinek jî Kurmanc in, lê hemû eşîrên Dêrsimê çi Kurmanc û çi Zaza, hemû Elewî ne.
Meseleya Koçgiriyê bû, meseleya Şêx Seîd bû û meseleya Agiriyê bû, dîtin ku Kurd ranawestin. Dewleta Tirk wê demê digot divê em bi awayekî sîstematîk dewleteke neteweperest ava bikin. Di wê rewşê de digotin divê em Kurdan tune bikin, ji holê rakin. Çawa? Du rê: Yek kuştina bi her cure çekan, ya din jî asîmîlekirin. Pêşî, wan got ku divê em wan bitirsînin û wan belav bikin. Digotin ku dema Kurd belav bibin, dê bi hêsanî bên asîmîlekirin. Paşê wan rapor amade kirin ka dê çawaniyê bikin. Di raporan de heye; Digotin her etarê biçe gundên Kurdan divê bi Kurdî nepeyive. Dema Kurd bi Kurdî dipeyivîn, ceza li wan dibirîn û diavêtin nav zîndanê.
Cihên Dêrsimê û Çiyayê Munzurê gelek asê ne û gelek şikeftên wê hene. Munzûr çiyayekî gelek asê ye û gelî û nevalên gelk tê de hene, lewma bi hêsanî nayê girtin. Ew jî hinek nerehet bûn. Eşîr dabeş dikirin û êrîşî hev kirin. Carna diavêtin li ser Sunniyan û carna jî diavêtin li ser Tirkan. Dewletê got em dê dersekê bidin wan. Got em dê wan terbiyê bikin. Dersek wiha dane Dêrsimê. Di eslê xwe de ders ne ji bo Dêrsimê bû, lê Dêrsim kirin qurbana hemû Kurdan.
Dema ketin Dêrsimê gotin, “Ev Elewî ne, Xwedê nas nakin. Divê ew pêşî bibin Xiristiyan û paşê jî bibin misilman bin”. Di nav Kurdên sunnî de propagandeyeke wiha kirin.
Rûdaw: Yanî wan Kurdên Şîe û Sunne anîn hemberî hev?
Mahmût Akyureklî: Belê, ew anîn li hemberî hev. Di nava Tirkan de Şîe û Elewî hene. Ji Tirkan re gotin “ev Kurd in” piştgiriya Tirkan qut kirin. Ji Kurdan re jî gotin “ev elewî ne, bê dîn in û rafizî ne” bi wî awayî piştgiriya Kurdan jî ji Dêrsimê qut dikin. Dêrsim bi tenê hiştin. Dema ew bi tenê hiştin, ketin Dêrsimê û tertîp kirin. Ewe kuştin, kuştin, kuştin û ew erdnîgarî vala kirin. Ew hemû nefî kirin. Dema ku nefî bûn, li ser wê terbiyekê dan Kurdan û Kurd jî tirsiyan. Dema ku azadî li her derê cîhanê belav dibû, Tirkiyê Kurd li Dêrsimê bi komkujiyê ji 1967 heta 1968an terbiye û bêdeng dikirin.
Rûdaw: Li Dêrsimê Şêx Seyîd Riza dest bi şoreş kirin an jî Tirkan êrîşî wan kirin?
Mahmût Akyureklî: Niha meselê çi ye? Seyîd Riza di meseleya Koçgiriyê de jî rêberekî navdar bû. Ew gelek zane û pêşketî bû. Di meseleya Kocgiriyê de jî di navbera dewlet û eşîran de wî silh kir û bû navbeynkar. Mesela Elîşêr çûye mala wî û bûye mêvanê wî. Her dîsa Elîşanê Begê Kocgiriyê jî bû mêvanê wî. Seyîd Riza êşîrên Dêrsimê kom kirin û got em bi hev re tevbigerin. Di meseleya Koçgiriyê de li hemberî dewleta Tirkan bazar kirin. Danûstandin kirin û aştî pêk anîn. Seyîd Riza li ber çavê dewletê bû. Dewlet ji Kurdan aciz bû û rêberên wan nas dikir. Di gotin kî dê zirarê bide me? Yek Seyid Rıza, yek Şêx Seîd, yek Seîdê Nûrsî, yek Xalid Begê Cibrî ye. Ev hemû di defterên dewletê de hatine nivîsandin, yanî di mejiyê dewleta wan de hatine tomarkirin.
Wê demê Seyîd Riza ji wan re problem bû. Pêşî Seyîd Riza ji Dêrsimê derxistin. Piştî meseleya Şêx Seîd ew ji Dêrsimê derxistin. Di sala 1927an de îqama Seyîd Riza birin Xarpêtê. Metrûkên Ermeniyan dane wî. Piştî wê dîsa şandin Dêrsimê. Seyîd Riza feodalekî bibandor bû. Hemû eşîrên Dêrsimê jî di bin bandora wî de bûn. Dewletê li ser wî hereketek çêkir. Di sala 1937an de Seyîd Riza girtin. Ew, kurê wî û du hevalên wî îdam kirin. Gotin tema, xilas bû. Herwiha 6 serokên eşîran jî îdam kirin, mesele qediya. Îsmet Înonu jî li meclîsê di cotmeha 1937an de got ev mesele qediya ye. Di sala 1938an de Îsmet Înonû ji serokwekîltiyê dûr xistin û li şûna wî Celal Bayar anîn. Bayar Îttîhatparêz û dijberê Kurdan bû. Wî di sala 1938an de got em li Dêrsimê dersekê bidin Kurdan. Piştre jî êrîşî Dêrsimê kirin. Wê demê Seyîd Riza ne li wir bû. Seyîd Riza beriya qetlîamê salek hatibû îdamkirin. Komkujiya Dêrsimê ne ji ber serhildan û yan jî serhildana li dijî dewletê pêk hat. Dêrsim ji bo dersekê bidin Kurdan hat hilbijartin û dewlet bi ser ket. Ji ber vê yekê min di pirtûka xwe de got “Terbiya Kurdan li ser Dêrsimê”. Yanî bi rêya Dêrsimê Kurdan terbiye bikin. Bi jenosîda Dêrsimê û komkujiya Dêrsimê Kurdan terbiye bikin.
Rûdaw: Di dadgehê de Seyîd Riza çi got?
Mahmût Akyureklî: Di destê me de belgeyên wê nîne.
Rûdaw: Bi qasî ku hûn dizanin Seyîd Riza Kurdayetî kiriye? Aliyê olî li pêş bû yan aliyê kurdî bû?
Mahmût Akyurekli: Na, na, tiştekî wisa tune. Di mejiyê Seyîd Riza de ye. Berî tevgerî di salên 1920, 1923, 1924 de bi rayedarên dewletê re danûstandinê dike.
Rûdaw: Ez behsa sala 1937an dikim
Mahmût Akyureklî: Di sala 1937an de li dadgehê tiştekî wisa nîne.
Rûdaw: Qet nîne.
Mahmût Akyureklî: Belê, qet nîne.
Rûdaw: Yanî lêpirsîna derbarê wî de hatiye kirine nehate belavkirin?
Mahmût Akyureklî: Na nehatiye belavkirin. Wê demê bîranînên polîsê Xarpêtê Îhsan Çaglayan hebûn. Kiliçdaroglu yê ku niha serokê CHPê ye, ji xortaniya xwe ve li ser van xebitiye. Wê demê hinek tişt derketin holê. Şahiên sala 1937an gelek hebûn. Dema ku min pirtûk dinivîsand, min bi kêmanî bi 10 şahidên Komkujiya Dêrsimê re hevpeyvîn kir. Em jî bi wan re axivîn. Di dadgehkirina Seyîd Riza de tiştekî olî û netewî nîne.
Rûdaw: Qet nîne?
Mahmût Akyureklî: Na nîne, lê dewletê dizaneku Seyîd Riza Kurd e û rojekê dê bibe sedema aloziyê, lewma dibêje were serjêkirin çêtir e. Bi gotineke din, beriya ku serî hilde, serê wî jêkirin.