Mamosteyên ku sivikatî bi Kurdî kiribûn ji kar hatin avêtin

Hat ragihandin mamosteyên ku li ber tabelaya ketina navçeya Gogsî ya parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê sivkatî bi zimanê Kurdî kiribûn, ji kar hatin dûrxistin.
05.05.2022, Per - 08:25
Mamosteyên ku sivikatî bi Kurdî kiribûn ji kar hatin avêtin
Nuçe Belav bike

Mamosteyên jin ên bi navê B.G.E, N.U, H. û Berfu Kati yên li Dibistana Seretayî ya Karşiyaka ya navçeya Gogsî ya Erzeromê dixebitin, 3ê Gulana 2022ê li ber tabelaya bi nivîsa "Hûn bi xêr hatin" a bi Kurdî û Tirkî di ketina wê navçeyê de wêneyek xwe girtibûn.

Yek ji wan mamosteyan ew wêne li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir, ku tenê beşê Tirkî yê tabelayê xuya dikir û bi îşareteke destî sivkatî bi zimanê Kurdî kiribû ku li beşê din ê tabelayê bi kurdî hatibû nivîsîn. Wê mamosteyê li ser parvekirina xwe nivîsîbû:"Li aliyê din ê tabelayê hûn bixêr hatin hatiye nivîsandin lê tevgera me ji bo wê zelal e" û bi vî awayî sivkatî li zimanê Kurdî kiribû.

Piştî wê parvekirina li ser tora civakî, Kurdan bertekeke mezin nîşan dan û Qeymeqamtiya Navçeyê û Rêveberiya Perwerdeya Navçeyê derbarê mamosteyan de lêpirsîna edlî û îdarî dabû destpêkirin.

4ê Gulana 2022ê Rêveberê Perwerdê yê navçeya Karayaziyê Muhlîs Çiçek bi daxuyaniyekê ragihand, ew mamoste ji kar hatin dûrxistin.

Rêveberê Perwerdê yê Gogsî dibêje: “Ji ber parvekirina wêneyê wan ê di ketina navçeyê de ku li ser hesabê xwe yê medya civakî belavkiribûn,derbarê wan mamosteyan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Heta ku ew lêpirsîn bi encam bibe, ew ji kar hatin dûrxistin.”

Piştî belavbûna wî wêneyî li ser torên civakî baroyên gelek bajaran jî bertek nîşan dabûn û tekez kiribûn ku ew dê pêvajoyê bişopînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 777 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:13:03