Mehdî Eker: Ez piştgiriya daxwazên perwerdehiya zimanê Kurdî dikim

Wezîrê berê yê Cotkarî û Ajalvanî yê Tirkiyê Mehdî Eker, parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê û rêveberên AK Partî yên Diyarbekirê, civîna nirxandina meha Tîrmehê li dar xist.
29.07.2022, Cum - 13:16
Mehdî Eker: Ez piştgiriya daxwazên perwerdehiya zimanê Kurdî dikim
Nuçe Belav bike

Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bi beşdariya Wezîrê berê yê Cotkarî û Ajalvanî yê Tirkiyê Mehdî Eker, parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê û rêveberên AK Partî yên Diyarbekirê, civîna nirxandina meha Tîrmehê li dar xist. Di civînê de hem nirxandin hat kirin, hem jî bersiva pirsên rojnamevanan hat dayîn.

Wezîrê berê yê Cotkarî û Ajalvanî Mehdî Eker di civînê de, ragihand ku ew daxwazên ji bo perwerdehî û bipêşxistina zimanê Kurdî dişopînin û piştgriya wan daxwazan jî dikin.

Mehdî Eker bal kişand ku Kurdî zimanê zikmakî yê wî ye jî û ji Kurdî hez dike û dilxwaz û daxwazkarê zêdekirina derfetên bipêşxistina zimanê Kurdî ye.

Eker anî ziman ku ew wek endam û rêveberên AK Partiyê li Diyarbekirê, li navçe, tax û malan digerin û hewla çareseriya hemû daxwazan didin. Her wisa bi wezaret û rêveberiyên berpirs re jî hem ji bo cîbicîkirina daxwazên ji bo Kurdî, hem jî çareseriya kêşeyên din, di danûstandinan de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 608 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:56:08