Mesrûr Barzanî: Em li ser piştgirîkirina cotkarên Kurdistanê berdewam in

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, ew li ser piştgirîkirina cotkarên Kurdistanê berdewam in.
27.05.2023, Cts - 16:35
Mesrûr Barzanî: Em li ser piştgirîkirina cotkarên Kurdistanê berdewam in
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Gulana 2023an li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Em piştgiriya cotkarên Kurdistanê berdewam in, bi avakirina bendavan, anîna teknolojiya nû û peydakirina bazaran ji bo berhemên wan.”

Rêveberê Giştî yê Bazirganî li Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil îro ji K24ê re ragihand, proseya wergirtina genimê cotkaran li sayloyên parêzgehên Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.

Her îro jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Gulana 2023an serdana deşta Ziraretî ya li parêzgeha Hewlêrê kir û beşdarî di çinîna genim de kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro serdana deşta Ziraretî ya li parêzgeha Hewlêrê kir û rewşa cotkaran pirsî û beşdarî di çinîna genim a vê herêmê de kir, ku hevdem e ligel proseya wergirtina genim ji cotkaran li sayloyên Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinekê de li gel hijmareke kolberên deverê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlên xwe bide ku zêdetir giringiyê bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên cotkarên Kurdistanê bide, da ku xema saxkirina berhemên xwe nebin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew guhertinên ku di pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî de hatine kirin, nepakî, zulm û plangêrî ye li dijî Herêma Kurdistanê tê kirin, lê belê emê bi her awayî rûbirûyê vê plangêriyê bibin û rê nedin ku bi ser bikeve.

Serokwezîr got jî, tiştê ku mixabiniyê ye, ew destên navxweyî ye ku di vê plangiriyê de beşdar in. Ya xerabtir jî, kêmkirina desthilatên Herêma Kurdistanê, wek destkeftiyekê bo xwe weke bibînin. Lê em ji we re piştrast dikin ku ev hewldaneke nezok e û bi ser nakeve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:46