MHPê rêxistina xwe ya li Diyarbekirê daxist

Partiya Tevgera Nijadperet (MHP)ê rêxistina xwe ya li Amed ango Diyarbekirê bi temamî daxist û hilweşand.
16.06.2022, Per - 11:28
MHPê rêxistina xwe ya li Diyarbekirê daxist
Nuçe Belav bike

Cîgirê serokê MHPê Semîh Yalçin li ser tora xwe ya civakî Twitterê ragehand, serokatiya parêzgeha MHPê ya li Diyarbekirê û rêxistina partiyê ya li Diyarbekirê daxistine.

Semîh Yalçin di Twitterê de ragehand: ‘’Rêxistina MHPê ya parêzgeha Diyarbekirê li gor pêwîstiya ku hatiye dîtin û di çarçoveya xalên rêziknameya partiyê yên pêwendîdar de hat hilweşandin û serokatiya MHPê ya parêzgehê jî hat daxistin. Bi rêzdarî ji raya giştî re em radigihînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 483 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:36:55