Mûnzûr Çem li Çewligê hat veşartin

Lêkolîner û nivîskarê Kurd Mûnzûr Çem (Huseyin Beysulen) ku li Almanyayê koça dawî kir, li gundê Şeter a Çewlig a Bakurê Kurdistanê hate veşartin.
17.12.2022, Cts - 07:01
Mûnzûr Çem li Çewligê hat veşartin
Nuçe Belav bike

Mûnzûr Çem ê ku di 77 saliya xwe de li Berlîn a Almanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin koça dawî kir, piştî merasîma li Cemxaneya Berlînê ji bo ku were veşartin anîn gundê Şeterê yê navçeya Xorxol a Çewligê.

Tevî malbat û hezkiriyên wî, rêveberên alî û partiyên wek PAK, PSK, HAK-PAR, HDP û TDK-TEVGERê jî beşdarî merasîma cenazeyê bûn.

Di merasîma cenaze ya li Cemxaneya Seterê li ser jiyana Mûnzûr Çem partiyên siyasî û hevalên wî axaftin kirin.

Hevalên wî anîn ziman ku Mûnzûr Çem ji bo ziman û dîroka Kurdan kedeke girîng daye û hewl daye Kurdan bigihîne hev, hevalên wî gotin ku şûna Mûnzûr Çem nayê dagirtin.

Cenazeyê Mûnzûr Çem piştî dûayên bi Kurdî ber bi goristana malbatê ve hate birin û li wir hate veşartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:50:19