Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan re şand

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan re şand
30.05.2024, Per - 15:40
Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji  Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan re şand
Nuçe Belav bike

Rêzdar Duzgun Kaplan

Serokê Giştî yê HAK-PARê

Serokê Rêzdar

Di vê pêvaojoya ku miletê me û welatê me di rojên zehmet û hesas de derbas dibin de, HAK-PARê Kongreya xwe ya 10emîn li dar xist û cenabê we jî weke Serokê Giştî yê HAK-PARê hat hilbijartin. Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, ji ber hilbijartina ji bo Serokatîya HAK-PARê, cenabê we û rêveberîya nû ya HAK-PARê pîroz dikim. Ez di wê bawerîyê de me ku cenabê we ji bo hevkarî û tifaqeke berfireh ya netewî û demokratîk dê bi hesasîyeteke pêwîst tevbigere. Bi vê bawerîyê, ez serkeftinê ji cenabê we û rêvberîya nû ya HAK-PARê re dixwazim.

Li gel rêzên xwe

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 1009 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:30