Mustefa Ozçelîk: Navê PWKê hatiye qebûl kirin, lê belê doza girtinê hîn jî berdewam e

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand, navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hatiye qebûl kirin, lê belê doza girtinê hîn jî berdewam e.
10.08.2024, Cts - 16:29
Mustefa Ozçelîk: Navê PWKê hatiye qebûl kirin, lê belê doza girtinê hîn jî berdewam e
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk, îro 10.08.2024ê, li Teşkîlata Amedê ya PWKyê, di civîneke çapemenîyê de, di derbarê prosedura fermî ya navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û doza girtinê de agahdarîyên girîng da û tabelaya PWKyê hate darve kirin.

Nûnerên PSK, HAK-PAR, DDKD, DILKURD, Komeleya Şirneqîyan, Komeleya Şemrexê û gelek sîyasetmedar û rwwşenbîrên kurd û rêvebir û endamên PWKyê beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

Mustafa Ozçelîk di civîna çapemeniyê de got:

“PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) û TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) teva kesayetîyên serbixwe di 9-10ê îlona 2023an de li Diyarbekirê kongreya xwe ya yekîtîyê pêk anîn û di 10ê îlona 2023an de, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate damezrandin.

Ji bo ku PWK weke partîyeke eşkere û qanûnî xebatên xwe bimeşîne, PAKê di 17ê îlona 2023an de, li Ankarayê di çavderîya Lijneya Hilbijartinê ya Çankayayê kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî. Di vê kongreya qanûnî de, Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) navê xwe weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) guherand.

Lê mixabin, Serozgerîya Mehkemeya Bilind (Yargitay) nexwest wek fermî navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) qebûl bike, rê neda ku em li ser navê PWKyê kongreyên xwe yên bajar û navçeyan li dar bixin. Ji ber ku li gorî Qanûna partîyan, mafê hr partîyekê heye ku, di kongreya xwe ya giştî de nav, bername, destûr û logoya partîyê biguherîne; ev helwesta Serdozgerê Yargitayê li dijî Qanûna Partîyan bû.

Parêzerên me, di vê derbarê de ji Yargitayê û ji Mehkemeya Qanûna Bingehîn re, name şandin da ku navê PWKyê bê qebûl kirin.

Piştî ku Serdozgerê Yargitayê di roja 16ê gulana 2024ê de hate guhertin; Serdozgerê Yargitayê yê nû, wek fermî li ser navê PWKyê ji me re name şand. Ev jî tê maneyê ku, guhertina navê partîya me hatîye qebûl kirin.

Me ji roja ku PWK hate damezrandin heta îro her bi navê PWKyê xebatên xwe meşand. Ji îro pêve jî, emê wek fermî hemû tabelayên partîya xwe, bi navê PWKyê daliqîne.

PWK hem partîyeke meşrû, hem jî yasayî ye. PWK xwe weke rêxistinek bêîtîatîya sivîl pênase dike.

Helbete, her çiqas navê PWKyê hatibe qebûl kirin jî doza girtinê ya ku berê ji bo PAKê hatibû vekirin, nuha bi navê PWKyê dê berdewam bike.

Me heta îro di Mehkemeya Qanûna Bingehîn ya Cimhûrîyeta Tirkîyeyê de, bi kurdî û bi tirkî nav û bernameya partîya xwe parastîye û ji niha pê ve jî, emê her navê PWKyê û bernameya wê di mehkemeyê de biparêzin. Em dibêjin bila ev doza girtinê ji holê rabe û mafê me heye ku em hem wek partîyeke meşrû, hem jî wek partîyeke yasayî xebatên xwe bimeşînin; emê her li vî mafê xwe xwedî derkevin.

Ji alîyê Serdozgerê Yargitayê qebûlkirina navê PWKyê di têkoşîna doza azadîyê de, destkeftineke hemû kurd û kurdistanîyan e û bila li gelê me pîroz be.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 566 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:49:03