Nêçîrvan Barzanî yekem serok e ku serdana herêma erdhejê kir

Dema ku erdheja Mereşê li 10 bajaran xist û bi xwe re bi dehan hezar qurbanî anî, yekemîn karwanê alîkariyê yê Başûrê Kurdistanê bû ku gihişt hewara zirarmendên erdhejê. Herwiha yekem serok jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.
15.02.2023, Çar - 05:36
Nêçîrvan Barzanî yekem serok e ku serdana herêma erdhejê kir
Nuçe Belav bike

Yekemîn karwana navneteweyî ye ku di asta Serokatiyê de serdana herêmên erdhejê dike, karwana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye. Serok Nêçîrvan Barzanî di 9emîn roja erdhejê de serdana bajarê Dîlokê, navçeyên Nurdax û Islahiyeyê kir.

Nêçîrvan Barzanî got “Ev mesele alîyekî însanî ye. Em hemû birayên hev in, çi Tirk, çi Kurd, her dînek, her mezhebek, me hemû birayên hev in. Wexta birayetî hebe lazime wextê mihtaciyê hinek aliyê me bikin, hindek caran jî gava lazim bibe em aliyê wan bikin. Alîkariya me alîkariya birayetiyê ye.”

Dema ku Serok Nêçîrvan Barzanî li Islahiyeyê dixwest rewşa xirab a xelkê bibîne, li nava bajêr alîkariya ku ji Herêma Kurdistanê hatibû li xelkê zirarmend ve dihate belavkirin.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed got “Me 101 karmend hene ku bi şêweyekî berdewam aniha li vê derê kar dikin û 110 barhilgirên alîkarya Dezgeha Xêrwaziya Barzanî hatine vê derê. Ev ji bîlî wan barhilgirên ku parêzgehên cuda cuda yên Heêma Kurdistanê îdareyên serbixwe anîne û pêşkêşî AFADê kirine ji bo ku di rêya wan de bê belavkirin.”

Alîkariya ku ji roja duyemîn a erdhejê ve ji aliyê Herêma Kurdistanê ve dihate belavkirin piçek jî perçeyek êşa wan kêmtir kiribû. Lê serdana Serokê Herêma Kurdistanê moralê xelkê ku êş û azareke mezin dikişand bilindtir kir.

Rûniştvanê Islahiyeyê Resûl Yilmaz dibêje “Cara yekemîn Barzanî hat. Beriya hemû welatên cîhanê hat. Bila sax bin, bila hebin. Xwedê emrekî dirêj bidê.”

Rûnistvanê Islahiyeyê Kadîr Tek diyar kir “Ev serdan gelek xweş bû. Serdana wî, alîkariya ku da xelkê gelek xweş bû.”

Rûnistvana Islahiyeyê Dîlek Yildiz ragihand “Xwezî kesên me nemira û ev karesat nehata serê me û wî bikaribûya rewşa xweş a Islahiyeya me bidîta. “

Rûniştvanê Islahiyeyê Murad Dursun anî ziman “Serseran, ser çavên me hatiye. Miletê me ye. Beriya herkesî gihişte hawara me. Em hemû yek in.”

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ne tenê dilê zirarmendên erdhejê dilê tîmên alîkariyê ku ji roja roj ve Başûr hatibûn û li Bakur ji bo xelkê xizmet dikirin jî xweş kir. Belkî ev wêneyên ku tîmên alîkariyê di dema serdana Serok Nêçîrvan Barzanî de digrin bîranînên wan ên bi êş ên erdhejê hindik jî be bi wan bide jibîrkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:30:17