Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat: Bo gora Şêx Seîd dadgeh di 15 rojan de biryara xwe aşkere dike

Neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd Kasim Firat ji Rûdawê re ragihand, doz erênî bûye û eger zexta siyasî nebe ew çaverê dikin, dadgeh biryareke baş bide.
25.04.2023, Sal - 12:18
Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat: Bo gora Şêx Seîd dadgeh di 15 rojan de biryara xwe aşkere dike
Nuçe Belav bike

Yekem rûniştina doza ku ji aliyê Komeleya Şêx Seîd û Baroya Amedê ve ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî dijî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hatibû vekirin, îro 25ê Nîsana 2023an hat dîtin. 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê ragihand ku di navbera 15 rojan de derbarê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî de biryara xwe eşkere dike.

Neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd Kasim Firat ji Rûdawê re ragihand, doz erênî bûye û eger zexta siyasî nebe ew çaverê dikin, dadgeh biryareke baş bide.

Kasim Firat got: “Min ji dadgehê re got `Rêveberiya Îttihat Terakkiyê Şêx Ebdusselam Barzanî û gelek Kurd darvekirin, lê cihê gora wan diyar e. Komara Tirkiyê Kurdan înkar dike û darve dike û cihê gorên wan jî ne diyar e. Ev şerm e, bo komarê.`"

Firat dibêje, nêzîkbûna şanda dadgehê erênî bû û eger zexteke siyasî nebe li hêviyê ne biryara wan jî erênî be, lê dê biryar di bin zexta siyasî de bê dayîn. Firat herwiha got, dadgehê gotiye di navbera 15 rojan de dê biryara xwe eşkere bikin, lê dibe ku hê zûtir jî biryar bê dayîn.

Doza Şêx Seîd

Baroya Amedê, Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat, bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên sala 1925an li Amedê hatibûn darvekirin, di 15ê Sibata 2022an de serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabûn. Lê wezaretê bersiva serlêdanê nedabû. Piştî vê 15ê Nîsana 2022ê serî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê dabûn.

Dadgehê serlêdan qebûl kir û ji Wezareta Navxwe daxwaz kir ku “kopyayên erêkirî yên hemû belge û zanyariyên derbarê cihê gora Şêx Seîd de” bo dadgehê bên şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:13