Nexşeyeke nû derket: 'Cihê gora Şêx Seîd hat dîtin'

êkolîner Dr. Sedat Ulugana nexşeyeke derbarê herêma ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatibûn bidarvekirin parve kir.
09.09.2023, Cts - 07:22
Nexşeyeke nû derket: 'Cihê gora Şêx Seîd hat dîtin'
Nuçe Belav bike

Şêx Seîd di 29ê Hezîrana 1925an de bi 46 hevalên xwe re li Qada Derê Çiyê ya Amedê ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê ve hat bidarvekirin.

Di van 98 salên derbasbûyî de cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî nehatiye eşkerekirin.

Doza ku Baroya Amedê di sala 2022yan de ji bo diyarkirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê vekiribû, bi hinceta “kêmasiya agahî û belgeyan” hatibû redkirin.

Lêkolîner Dr. Sedat Ulugana nexşeya cihê ku Şêx Seîd û hevalên wî lê hatine înfazkirin û definkirin ku di muzayedeyekê de dîtiye bi raya giştî re parve kir.

Nexşe di muzayedeyekê taybet de hat dîtin

Dr Sedat Ulugana li ser nexşeya ku cihê bidarvekirin û veşartina Şêx Seîd nîşan dide ji Gazete Duvarê re axivî û got ku Tirkiye hem ji bo arşîvên nivîskî û hem jî ji bo arşîvên dîtbarî mijarên tabû girtî dihêle û ev "kevneşopiya dewletê" ye.

Ulugana got ew belge bi taybetî derbarê pirsa Kurd û Ermeniyan de ne û wiha berdewam kir:

“Ji arşîvên fermî yên dewletê bêyî destûr û razîbûna dewletê gihandina belgeyek pir zehmet e. Dewlet ku bixwaze dikare vê derxîne, lê berevajiyê vê ne mimkûn e.

Lê, bi taybetî bi rêya muzayedeyan, malbatên karmendên berê yên dewletê belgeyên wan salan difroşin.

Bi taybetî belgeyên ku li ser Kurdan û Ermeniyan in, bi bihayekî pir zêde kiryaran dibînin. Wekî din, ji arşîvên dewletê dîtina tiştekî pir zehmet e.”

“Vîdyoyên jêpirsîna Şêx Seîd hene”

Ulugana diyar kir ku serhildana Şêx Seîd û hevalên wî di encama komployekê de derketiye û got:

“Vîdyoyên jêpirsîna Şêx Seîd hene. Qeydên vav vîdeoyan ji Enqereyê re dişînin.

Ev bi îhtîmaleke mezin di arşîvên Serokatiya Dîroka Leşkerî û Lêkolînên Stratejîk (ATASE) de ne.

Eger hikûmet bixwaze bi pirsgirêkê re rû bi rû bimîne dikare van vebike.”

“Cihê nexşeyê û cihê lê hatiye veşartin nêzik in”

Li aliyê din neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasım Firat destnîşan kir ku di nexşeya parvekirî de cîhê ku wan dizanibû piştrast dike.

Kasim Firat li ser vê yekî wiha got:

Li gorî agahiyên me û Birêveberê berê yê Herêmê yê Weqfan, cihê gorê gava mirov pişta xwe de dîwarê kelê sed û pêncî metre ber bi leşkeriyê ve ye.

Birêveberê berê yê Herêmê yê Weqfan ev nexşe dîtiye û hema hema heman tiştî vedibêje.

Lê xala ku lê hatiye bidarvekirin ew der e yan na ez baş nizanim. Lê nexşe kêm zêde rast e.”

Firat tekez kir ku ew dê heta dawiyê vê pêvajoyê bişopînin û wiha anî ziman:

Em bi hovîtiyekê re rû bi rû ne. Ger hûn 46 kesan bi darazek neheq û bê dadgeh înfaz bikin û hûn bibêjin 'ez nizanim li ku ne' ev yek dûrî hiş e.

Lê em ê bişopînin. Niha doz li îstînafê ye. Eger îstîfaf red bike îhtîmal e dê red bikin, em dê bibin dadgehên jortir û çi ji destê me bê em dê bikin.

Rûmeta me ye û me xwedîderketina rûmeta xwe ji xwe re kiriye prensîb. Em dê heta dawiyê bibin.”

“Nexşe îdiayên me piştrast dike”

Baroya Amedê di sala 2022yan de ji bo diyarkirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî doz vekiribû.

Der barê mijarê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji Duvar re axivî û diyar kir ku gumana wan nîne ku cihê gorê di qeydên arşîva dewletê de ye.

Eren der barê pêvajoya doz û nexweşeyê de wiha got:

Herçiqas qaşo darizandinek be jî wê demê bi destê dewletê di encama darizandinekê de bidarvekirin û înfa pêk hatiye.

Wek Baroya Amedê li ser vê mijarê bi Komeleya Şêx Seîd re doz hat vekirin. Wezaretên pêwendîdar ji dadgehê re ragihandin ku di qeydên arşîva wan de der barê vê de ti agahî tunin.

Ev qonax nîşanî me dide ku hîn zîhniyeteke dewletê heye ku nayê xwestin cihê gorê bê hînkirin an eşkerekirin.

Di dawiyê de, belgeya navborî bi rastî îddîayên ku me dibêjin an jî tînin ziman piştrast dike.

Doza ku me vekir niha di qonaxa çstçnafê ye de.

Helbet em di wê baweriyê de ne ku eger orîjînala vê belgeyê yan jî kopiyek ji vê belgeyê were bidestxistin û radestî dosyaya dadgehê were kirin, ev yek dê bandorê li pêvajoya dadgehê bike."

Duvar
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:03