Nûrî Çelîk: Bi xeyalperestî dewlet ava nabe

Bav û bapîrên me ji berê de rê û rêbaza serxwebûn û dewletbûnê nîşanî me dane. Ew jî ev e; “Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane”.
10.08.2020, Pts - 14:11
Nûrî Çelîk: Bi xeyalperestî dewlet ava nabe
Nuçe Belav bike

Xewn di xewê de, xeyal jî di hişyarîyê de tên dîtin. Gelek caran meriv xewnên xweş dibîne, gava şiyar dibe dibîne ku tiştek tuneye. Gelek caran meriv xwezîya xwe bi wan xewnan tîne û hêvî dike ku rast bûna. Xeyal jî wilo ne. Bi xeyalên xweş meriv gelek tiştên xweş, dewlemendî û qudretên mezin xeyal dike û dixwaze bibe xwedîyê wan. Lê rastî cuda ye, ne wek xewn û xeyala ye. Xeyal herweha hêvî ye jî. Hêvîyek xapînok û xeyalî. Kesên xwe bi xeyalan dibin bendewarê hêvî û pêşerojê, xeyalperest in. Û xeyalperestî jî ji bo hişmendî û bîrewerîya erênî û rasteqîn astengî ye.

Birastî dewletxwazî yan jî serxwebûnxwazî çi ye? Rêxistin û partîyên ku serxwebûnxwaz in ji bo serxwebûna Kurdistanê çi kirine, çi dikin û wê çi bikin? Rêxistinên ku dîroka wan digihê 40-50 salî, heta îro ji bo serxwebûnê çi rê û rêbaz danîne ber xwe, çi plan û proje û stratejî çêkirine, çend kevir danîne ser hev? Rêxistin û partîyên ku heta îro ji pêşketinê zêdetir paşdetir ketine, gelo giranîya xwe pîvane? Xwe û siyaseta xwe li moxilê xistine û sedemên paşketina xwe raxistine ber çav? Bawer nakim. Gava meriv doza daxwazên mezin bike û erkên wan daxwazên mezin neyne cîh, helbet wê encam jî paşketin û xeyalşikestin be. Û ev yek jî bi xwe re xeyalperestîyê tîne û siyaseta xeyalperestî jî dawîya wê husran û têkçûn e.

Halîhazir ji derveyî PKK hema bêjin piranîya rêxistin û partîyên heyî serxwebûnxwaz û dewletxwaz in. Herî kêm federasyonê dixwaze. Di civîn, kongre û daxuyanîyên xwe de qotinên qelew dikin, doza armancên wek Kurdistanek serbixwe û yekgirtî dikin, dilê xwe û alîgirên xwe pê xweş dikin. Lê destnîşan nakin û nadin xuyakirin bê ka wê Kurdistanek serbixwe û yekgirtî çawa û bi çi alav û hacetan pêk bînin. Encama siyaseta wan a 40-50 salî da xuyakirin ku bi gotin û daxuyanî yan civînan Kurdistan ava nabe. Rêxistin yan partîya ku serxwebûn û dewlet danîbe pêşîya xwe, bêguman divê bizanibe ku serxwebûn û dewlet bê şer û pevçûn, bê xwîn û bedel nayê avakirin. Kurdistan di rojhilata Navîn de ye, ne li Ewrûpa ye. Dijminên me ne Ewrûpî ne ku em karibin bi heq û hiqûqên dadwerî, bi daxwazên demokrasî û insanî serxwebûna xwe ji wan bixwazin. Hebûn û tunebûna dagîrkerên me li ser parçebûna Kurdistanê ava bûye û Kurdistan jî incex bi parçekirina wan welatan ava dibe. Ev jî bi şer e, bi pevçûn e, bi çek û sîleh e.

Bav û bapîrên me ji berê de rê û rêbaza serxwebûn û dewletbûnê nîşanî me dane. Ew jî ev e; “Zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane”. Di van her sê gotinan de dixuye ku divê zor û hêza te hebe, divê zêrên te ango dewlemendîya te hebe, û divê tifinga te ango çek û sîlehên te hebin heta ku tu karibî zora dijminên xwe bibî û serxwebûna xwe jê bistînî. Yan na, di nav hov û barbarên Rojhilata Navîn de ne bi darê tifingê be kes bihustek ax jî nade te. Ev rastîyek e û rastîyek tehl e. Baş e, gelo bi taybet rêxistin û partîyên Bakurê Kurdistanê di vê derbarê de çi fikirîne, çi difikirin û wê çi bifikirin? Heger bi xwezîyan meriv bigiha baqê kezîyan, Kurdan niha ne yek lê sed Kurdistan ava kiribûn. Xwezî û xeyal hêvîyên bê encam im. Divê meriv ne li dû xwezî û xeyalên bê encam, lê li dû xwezî û xeyalên rasteqîn bibeze û derfetan jê re biafirîne da ku karibe bigihê armanca xwe. Ji ber vê yekê, heger birastî em serxwebûn û dewletxwaz in, divê em alav û hacetên ku meriv pê digihê wê armancê biafirîne. Berî her tiştî divê em ji asta partîtîyê hilkişin asta netew-dewletbûnê. Divê siyaseta partîtî û ezezîyê ji siyasetek netewî re bibe qurban. Divê hêzên serxwebûnxwaz roj berî rojekê dev ji xwe xapandin û Kurdxapandinê berdin, bi siyasetek netewî di bin sîwana partî û hêzek netewî de bicivin û ji bo serxwebûn û dewletbûnê çi rê û rêbaz pêwist bin, pêk bînin.

Me di nivîsên xwe yên berê de behsa behsa “Mîsakî Mîllî“ ango xaka Osmanî ya kevn, ku Bakur, beşek mezin ji Başûr û Rojava jî dikeve navê, û dewlemendîya Kurdistanê kiribû û bal kişandibû ser girîngîya yekîtîya milletê Kurd û yekîtîya her sê parçeyên Kurdistanê. Kurdên ku hetanî îro doza “Kurdistanek yekgirtî“ dikirin û dikin, tucarî serê xwe ji bo Kurdistanek yekgirtî neêşandine û li çareserîyan negeriyane. Hêz û partîyên ku piranîya wan di vê derbarê de hemfikir û hemdeng in, tucarî siyasetek netewî û giştî nemeşandine û ji bo vê yekê plan û projeyên dûvdirêj û stratejî çênekirine. Giranbuhayîya nirxên dewlemendîyên sererd û binerd yên Kurdistanê nepîvane û nefikirîne ku van dewlemendîyan ji bo serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê wek qoz bi kar bînin. Divê neyê jibîrkirin ku bingeha siyasetê aborî ye û siyaset li ser aborîyê hatiye avakirin. Siyaseta dewletan paraztin û xwedîlêderketina berjewendîyên wan e. Ji derveyî Kurdan, siyaseta temamê dewletên cîhanê li ser aborîyê û berjewendîyê bi rê ve diçe. Tiştê ku dewletan tîne ber lingê meriv aborî û siyaseta aborîyê ye, berjewendî ye. Îro derfet û çeka herî mezin petrol û neft e. Û Kurdistan jî mak û xezîna petrol û neftê ye.

Di demên buhurî de û belkî niha jî PDK û Barzanîyan li Başûr gelek peyman bi şîrketên petrolê yên Amerîkî, Rûsî û Brîtanî re çêkirin û çêdikin. Îro jî li Rojava YPG û HSD peymanên petrolê bi şîrketên Amerîkî re çêdike. Gelo ev peyman ji bo berjewendîyên partîtîyê hatine çêkirin, yan ji bo berjewendîyên pêşeroja Kurdistanê? Helbet eşkere ye ku ji bo berjewendîyên partîtîyê hatine çêkirin. Gelo bi van peymanan serxwebûna Kurdistanê hatiye nîqaşkirin yan na? Li hember petrol û nefta Kurdistanê, tu peymanên ku statuyek netewî ji Kurdan re misoger bike hatine îmzakirin? Bawer nakim. Heger peymanên statuyek netewî (serxwebûn) hatibana îmzakirin û misoger bibûna, belkî xiyanetên wek xiyanetên Kerkûkê jî çênebûna. Xuyaye ku Başûrîyan petrol û nefta xwe ji bo Kurdistanek serbixwe wek qoz bi kar nanîne û bi dewletên Rojava re misoger nekirine. Heger peymana YPG û Amerîkayê jî wek Başûr ne li ser bingeha serxwebûna Rojava be, wê tu misogerîyek netewî nexe destê Kurdan. Helbet ev peyman wê destê YPG û dostanîya herdu alîyan xurttir bike. Lê di pêşerojê de wê çi kar û xisarê bide berjewendîyên netewî û pêşeroja statuya Kurdistanê, kes nizane.

Bi kurt û Kurmancî; hêz û partîyên ku xwe Kurdistanî bi nav dikin û xwedêgiravî serxwebûnxwaz in, divê di bin sîwana rêxistinek netewî de bicivin û siyasetek piralî û netewî, siyasetek li ser dewlemendîya xaka xwe bimeşînin. Bi wê siyaseta aborî petrol û nefta xwe bikin alav û hacetek nîqaş, danûstendin û lihevkirinê û pê bazara pêşeroja statuya Kurdistanê bikin. Divê nirx û peymanên petrol û nefta Kurdistanê ne ji bo pêşeroja partîtîyê, lê ji bo pêşeroja Kurdistan û yekîtîya Kurdistanê bên îmzekirin. Heger bi hişmendîyek netewî nirxê dewlemdîyên Kurdistanê li ber çav bên girtin û li ser vê bingehê peymanên dûvdirêj bi dewletan re bên îmzekirin, wê serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê ji xwezî û xeyalan berê xwe bide pêkan û rastîyê...

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 849 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:30