Otobusa Amedê li ser rêya Xarpêtê şewitî

Li Xarpêt a Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan a Amedê dema ku di rê de diçû agir pê ket û bi temamî şewitî.
18.05.2023, Per - 05:46
Otobusa Amedê li ser rêya Xarpêtê şewitî
Nuçe Belav bike

Di otobusa rêwiyan a bi plakaya 21 BL 105 de li cihê rampa Kinedericê ya li 20emîn kîlometreya Rêya Xarpêt-Amedê di beşa motora wê da şewat derket.

Şofêrê ku pê hesiya otobus dişewite li kêleka rê rawestiya û rêwî ji otobusê peya kirin.

Tîmên ku hatine agahdarkirin çûne cihê bûyerê û agir vemirandin.

Di encama şewatê de otobus bi temamî şewitî û rêwî ji bo otobuseke din hatin şandin.

Ji ber şewatê rêya Xarpêtê bi qasî 1,5 demjimêran ji çûnûhatinê re hat girtin.

Piştî bidawîbûna xebatan rê ji trafîkê re hat vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 696 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:45:34