Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ragihand ku rêvebir û endamên Teşkîlata Amedê ya PAKê ji roja 6ê sibatê ve, ji alîyekî ve seredana wan cihên ku di erdhejê de rûxane dikin, ji alîyekî ve jî xebatên xwe yên ji bo alîkariyên mexdûrên erdhejê didomînin.
Alîkarî ewilî li Teşkîlata Amedê ya PAKê ji hev têne cudakirin û paşê jî ew alîkarî li wan mexdûrên ku hatine tesbîtkirin têne belavkirin.
PAK herwiha dide zanîn dê ji niha pê de alîkarîyên xwe di bin navê Platforma Alîkarîyê ya Ji Bo Mexdûrên Erdhejê ku ji aliyê PAK, Partiya Demokrat a Kurd (PDK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGERê) ve hatiye avakirin bimeşîne.