PAK: Em Leyla Qasim û hevalên wê bi giramî bibîr tînin

Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe...
12.05.2023, Cum - 08:04
PAK: Em Leyla Qasim û hevalên wê bi giramî bibîr tînin
Nuçe Belav bike

Partiya Azadiya Kurdistan'ê (PAK), bi boneya salvegera bidarvekirina Leyla Qasim peyamek weşand. Di peyama PAK'ê de ev çend hatin gotin:

"Leyla Qasim û hevalên xwe di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hatin darvekirin.

Leyla Qasim têkoşereke jin a endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.

Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe.

Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensoîdan heta îro nikarîbû rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê ve jî dê nikaribe bigire.

Em Leyla Qasim, hevalên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd , Azad Suleyman Miran û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:07