PAKê bi boneya 98. salvegera îdamkirina Şêx Seîd daxuyaniyek da û ji dewleta Tirk xwest ku cihê definkirina Şêx Seîd û hevalên wî eşkere bike.
Şêx Seîd û 47 hevalên wî di 29'ê Hezîrana 1925'an de ji aliyê Dadgeha Îstîqlalê ya Rojhilatê Tirk ve ji aliyê dadgeheke fermî ve hatin darizandin û li Qada Dagkapiya Amedê hatin îdamkirin.
Di daxuyaniya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê de, Şêx Seîd û hevalên wî "di encama dadgehkirineke derveyî yasayî de ji aliyê dadgeheke derveyî yasayî ya ku hiqûqa navdewletî binpê kiriye, hatin îdamkirin".
PAKê herwiha da zanîn ku divê dewleta Tirk ji ber van darvekirinan lêborîna xwe ji gelê Kurdistanê bixwaze.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
Serokê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe 98 sal berê di roja 29.06.1925ê da , ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin darve kirin.
Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyekî bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.
Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.
Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darve kirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelê Şêx Seîd, Seyîd Riza , Xalid Begê Cibrî, Yusûf Zîya Beg, Dr. Fûad, Şêx Eyub, Seyîd Abdulkadîr, Hecî Axtî û hevalên wan , cîhê mezelê Seîdî Nûrsî aşkere bike.
Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.
Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadîya Kurdistanê ne.
Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.
Di 98emîn salvegera darvekirina wan da em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin û Xalid Begê Cibrî , Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr.Fuad, Şêx Eyub, Hecî Axtî, Seyid Abdulkadîr û bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.
29.06.2023
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê