PAK: Me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), bi wesîleya salvegera Komkujîya Gelîyê Zîlanê de peyamek nivîskî weşand.
13.07.2023, Per - 06:37
PAK: Me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî
Nuçe Belav bike

PAK'ê daxûyanîya xwe de ev gotin rêzkirin:

"Di dema Serîhildana Agirîyê de, di roja 13yê Temûza 1930an de Dewleta Tirkîyeyê li Gelîyê Zîlanê jenosîdeke mezin pêk anî.

Jenosîd bi fermandarîyê General Salih Paşa yê Fermandarê Kolordîya Dewleta Tirkîyeyê hate li dar xistin. Di Jenosîda Gelîyê Zîlanê de, 15.000 Kurd hatin qetil kirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û pîr jî hebûn.

Di 93yemîn salvegera Jenosîda Gelîyê Zîlanê de em careke din dibêjin ku me Jenosîda Gelîyê Zîlanê Ji Bîr Nekirîye û Em Ji Bîr Nakin Jî.

Em qesasên jenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:55