PAK, PSK, TDK-TEVGER li Amedê piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin

PAK,PSK,TDK-TEVGER, bi biryarek yekdeng wê roja şemîyê, 24.09.2022yê li Amedê bi awayekî girseyî daxuyanîyeke çapemenîyê bidin
23.09.2022, Cum - 12:47
PAK, PSK, TDK-TEVGER li Amedê piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin
Nuçe Belav bike

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) ji bo ji alîyê Dewleta Îranê ve kuştina keça Kurd Jîna Emînî û kuştina ji 30î zêdetir xwepêşanderan protosto bikin û piştgirîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Her wiha her çar pêkhate bi biryarek hevkar dê roja şemîyê, 24.09.2022yê li Amedê bi awayekî girseyî daxuyanîyeke çapemenîyê bidin.

Di berdevama bangewaziyê de, em bangî hemû gelê xwe dikin da ku em bi dengekî xurt piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Civîna çapemenîyê di saet.11.00ê da, li Parka Koşûyolû ya Amedê, li ber Peykerê Mafê Mirovan dê bê li dar xistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:05:33