Daxuyaniyên nivîskî yên hatine dayîn waha ne:
PAK: Îro 97emîn salvegera destpêka Tevgera Kurd a bi serokatîya Şêx Seîd efendî ye
Tevgera Kurd a bi serokatîya rêberê milî, olî û civakî yê Kurd Şêx Seîd di roja 13.02.1925an destpêbibû.
Serîhildan û Tevgera Kurd a bi serokatîya Şêx Seîd, li dijî sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya tune hesibandin û tune kirina miletê Kurd; nîşan û sembola rûmet û hebûna miletê Kurd bû, nîşana daxwaza azadîyê ya gelê Kurdistanê bû.
Amadekarê Tevgera Kurd a 1925an Teşkîlata Azadiyê(Komîteya Îstîklalê) ye, ku serokê wê Xalid Begê Cibrî bû.
Teşkîlata Azadiyê amadekarîya xwe dikir da ku di Newroza 1925an, di roja 21ê Adara 1925an de, li Bakurê Kurdistanê serîhildanekê destpê bike.
Dewleta Tirkîyeyê bi vê amadekarî û xebata sîyasî, leşkerî, civakî ya jibo serîhildaneke berfireh ya Teşkîlata Azadîyê ya ji bo Azadîya Bakurê Kurdistanê hesîya .
Dewleta Tirkîyeyê, jibo rê li ber vê serîhildanê bigire, di cotmeha 1924an de ewilî Yusuf Ziya Beg ê ku yek ji rêvebirê Tevgera Azadîyê bû girt, paşê jî di 20ê çileya pêşîna 1924an de jî Xalid Begê Cibrî girt. Dewleta Tirkîyeyê herdu rêberên Kurdan şandin Hefsa Bedlîsê. Di eynî wextê de Dewleta Tirkîyeyê jibo îfade wergirtina wî, bangî Şêx Seîd dike. Lê Şêx Seîd efendî neçû îfade neda. Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg, jibo ku bikaribe ji her devere gelê Kurdistanê beşdarî serîhildanê bibe Şêx Seîd xebateke berfireh destpê kir.
Dewleta Tirkîyeyê jibo ku bikaribe amadekarîyên serîhildanê pûç bike, beravêtî bike; lêxebitî ku serîhildanê bê amadeyî û ji wexta xwe zûtir bide destpê kirin.
Di roja 13yê Sibata 1925an de di demeke ku Şêx Seîd tê Pîranê, leşkerên Dewleta Tirkîyeyê dora wê mala ku Şêx Seîd û hevalên xwe lê dimînin digirin . Leşkerên Dewleta Tirkîyeyê dibêjin ‘’Hinek kesên qeçax, mehkûm li malê ne,divê hûn wan teslîmî me bikin’’.Helbete ev kiryara Dewleta Tirkîyeyê dibe sebep ku şerekî mezin li wê derê derkeve û serîhildana Şêx Seîd bi vî rengî , ji wexta ku hatibû plan kirin zûtir û bi bê amadeyî destpê dibe.
Di demeke kurt de serîhildan li gelek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê belav bû.Gelek bajarên Kurdistanê ketin destê Kurdan. Li van bajaran îdareyên Kurdî hatin danîn.û amadekarîya êrişekê mezin ya ji bo bidestxistina Bajarê Dîyarbekirê hate kirin.
Hêzên Kurdan di roja 21ê Adar a 1925an de dora Dîyarbekirê girtin. 5 Rojan şerekî giran di nevbera Dewleta Tirkîyeyê û hêzên Kurdan de çêbû. Lê mixabin ew hêzên Kurdan yên ku ketibûn nav bajarê Dîyarbekirê şikesteke mezin xwarin û mecbûr man ku ji nav bajêr derkevin.
Di heman demê de Dewleta Tirkîyeyê li cîhê Fethî Okyar, bi Serokwezîrtîya Îsmet Înonu Hikûmeteke nû wazîfedar kir. Herweha Qanûna Takrîrî Sukun hate derxistin û Mehkemeyên Şark îstîklal ê hatin damezrandin.
Piştî Newroza 1925an hêzên Kurdî li gelek deveran paşve kişîyan.
Şêx Seîd jî jibo ku bikaribe hêzên xwe biser hev bîne, paş vekişîya.
Di roja 14yê Nîsana 1925an de Milazim Qasim(Binbaşi Qasim) ê hevlingê Şêx Seîd , Şêx Seîd û hevalên wî, li ser Pira Abdurahman Paşa ya ku li ser Çemê Mûradê ye, xistin kemînekê û li wê derê Şêx Seîd û hevalên wî teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kirin.
Di eynî rojê de, li gorî biryara Dîwana Herbê ya Dewleta Tirkîyeyê, di roja 14yê Nîsana 1925an de, Dewleta Tirkîyeyê li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg kuştin. Xalid Begê Cibrî hate gulebaran kirin; Yusuf Ziya Beg jî hate darve kirin.
Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin hefs kirin û di Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqê ya Dewleta Tirkîyeyê de bi awayekî bêhiqûqî hatin darizandin. Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqê, Mehkemeyeke ku bitaybetî jibo şerî hatibû damezrandin û armanca wê jî kurştin û tune kirina rêberên Kurdan bû.
Şêx Seîd û 46 hevalên wî , di roja 14yê Nîsana 1925an de hatin girtin, Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqe di derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de, di roja 28ê Hezîrana 1925an de biryara darve kirinê da. Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê li Qada Derîyê Çîyayî (Dağ Kapı Meydanı), di roja 29ê Hezîrana 1925an de, ji nîvê şevê şûnda, di navbera seet:01.00 heta 06.00an de, li ber çavên xelkê ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve bi taybetî li wê Qadê hetibûn komkirin, li Amedê hatin darve kirin.
Dewleta Tirkîyeyê , heta îro jî cîhê mezelê Şêx Seîd û 46 hevalên wî veşartî hiştîne, nîşanî malbatên wan nekirine.
Ew agirê ku Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg jibo azadîyê pêxistibûn netemirî; li her çar perçeyên Kurdistanê jî agirê azadîyê bi xebat û têkoşîneke bibedelên mezin berdewam kir.
Vê têkîşîna ku bi dehan salane didiome, îro li Başûrê Kurdistanê bi hildana Alaya Kurdistanê ya li ser Parlamentoya Kurdistanê behrema xwe daye.Li Rojavayê Kurdistanê gelê me jibo destkeftinên xwe bipêrêze û jibo destkeftinên nû bidestbixe têdikoşe.Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî agirê azadîyê di astên cuda û bi şêweyên cuda bêwestan pedikeve.
Têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûnê dê heta ku bigihêje armanca xwe bêwestan dê dom bike.
Di 97emîn salvegera destpêka serîhildanê de em Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û û hemû rêvebir û beşdarên serîhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.
Dewleta Tirkîyeyê divê cîhê mezelê Şêx Seîd û 46 hevalên wî , cîhê mezelen yên Seyîd Riza û hevalên wî û yê Seîdê Kurdî aşkere bike.