PAK û TDK-TEVGER biryara yekîtîyê girt

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) bi daxûyanîyekî biryara yekitiya xwe ragihand.
31.07.2023, Pts - 07:40
PAK û TDK-TEVGER biryara yekîtîyê girt
Nuçe Belav bike

PAK 'u TDK-TEVGER bi daxûyanîyekî nivîskî bi daxûyanîyekî biryara yekitiya xwe eşkere kirin. Daxûyanîya hevkar de ev gotin hatin rêzkirin:

"Em mizgînîya yekitîya TDK-TEVGER Û PAKê bi raya giştî re parve dikin!

Em wek TDK-TEVGER û PAK, bi geşbûn û bi dilxweşî dixwazin gelê xwe agahdar bikin ku me biryar daye emê di nav yek partîyê de yekitîya xwe ya rêxistinî û sîyasî pêk bînin.

TDK-TEVGER û PAK di îlona 2023yê da wê kongreya xwe ya yekitîyê li dar bixin û wê wek partîyeke nû di qada sîyasî ya doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê da xebatên xwe bimeşînin.

TDK-TEVGER û PAK ji bo rêlibervekirin û amadekarîya yekîtîyeke sîyasî û rêxistinîyê ev li derdora salekê ye ku di nav dîyalog û xebateke berfireh de ne.

Piştî civîn û xebatên hevbeş, deklerasyona sîyasî ya hevbeş û reşnivîsa bernamayê û raporên xebatê yên ku ji alîyên komîsyona hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê ve hatibûn amadekirin, bi endam û piştgirên PAK û TEVGERê re hatin parve kirin. Endam û piştgirên PAK û TEVGERê li gel nerîn, nirxandin û pêşniyarîyên xwe yên çêker, xabata yekîtîya sîyasî û rêxistinî pesinandin û piştgirîyek girîng dane pêvajoya yekîtîyê.

TDK-TEVGER û PAK a ku dê bi hev re partîyeke nû ava bikin, xwe bi tu rêxistin û kevneşopîyên siyasî ve pênase nakin; ew xwe berdewamîya doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê dibînin. Herweha; ew xwe berdewamîya hemû têkoşîn, xebat, ked û nirxên milî, demokratîk, niştimanî yên Kurdistanê dibînin.

Bi vê hişmendîyê û bi vê bawerîyê, TDK-TEVGER û PAK dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku, hemû partî, tevger, rêxistin, grûp û kesayetên ku bername, nêrînên wan ên sîyasî, nêrînên wan ên di derbarê şiklê xebatê û rêxistinî de wek hev in, nêzî hev in, yekitîya xwe ya sîyasî û rêxistinî pêk bînin. Yekitîya TDK-TEVGERê û PAKê jî berhem û nîşana vê hişmendîyê ye û beşeke bicîhanîna vê pêwîstîyê ye.

Avakirina partîyeke bi vî rengî, helbete ku pêwîstîya hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk ji holê ranake. Hevkarî û tifaqên neteweyî, demokratîk yên li ser prensîbên neteweyî, kurdistanî bêne ava kirin pêwîstî û wazîfeyeke me ya sereke ya milî ye. Lê aşkereye ku li Bakurê Kurdistanê partîyeke xurt, girseyî, milî, demokrat, azadîxwaz, kurdistanî dê di avakirin, birevebirin û berdewamîya platform, hevkarî, tifaq û bi hev re xebatên hevbeş yên milî, demokratîk jî bibe bingehekî esasî.

Bêgûman, pêwîstîya yekitîya sîyasî û rêxistinî ya partî, tevger, rêxistin, grûp û kesayetên milî, demokrat, azadîxwaz, kurdistanî yên ku bername û nêrînên wan ên sîyasî wek hev in, nêzî hev in, bi yekitîya TDK-TEVGERê û PAKê bi dawî nayê. Partîya ku dê bi yekitîya TDK-TEVGER û PAKê bê ava kirin jî di her qonaxê de amade ye ku bi partî, tevger, rêxistin, grûbên wek wê, nêzî wê ra yekitîya sîyasî û rêxistinî pêk bîne.

Bi vê hişmendîyê, em wek TDK-TEVGER û PAK bangî hemû siyasetmedar, derdor, rewşenbîr û welatparêzên kurdistanî yên wek me, nêzî me difikirin dikin ku ji derveyî vê pêvajoya yekîtîya sîyasî û rêxistinî ya ji bo avakirina partiyek nû ya neteweyî, demokratîk, azadîxwaz, kurdistanî, meşrû, legal û girseyî nemînin; bi beşdarî, helwest, daxwaz û pêşnîyarên xwe avakirina partîyek weha berfirehtir û dewlemendtir bikin. Werin em bi hev re ji bo xurtkirin û geşkirina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk û serketina armancên nîhayî vê gava dîrokî bavêjin!"

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 668 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:22:09