PAK û TDK-TEVGER îro di nehemîn salvegera jenosîda Kurdên Êzidî de peyameke hevbeş belav kirin û tê de bang li bang Netewên Yekgirtî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermi nas bike. Di peyama hevbeş de ev gotin hatin ziman:
"Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin!
Îro nehemîn salvegera êrîşa DAIŞ a hov û terorîst a li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.
Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êsîr kirin.
Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cîh û warê xwe bihêlin û terk bikin.
Birîna jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e.
Heta nuha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne û wendayî ne.
Heta nuha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.
Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybetî deynin ber xwe û bi cîh bînin.
Em bangî Netewên Yekgirtî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî ji alîyê Netewên Yekgirtî bê qebûl kirin dikin.
Di nehemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de, em DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.
Em di nehemîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bi bîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne."
03.08.2023
Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanê(TDK-TEVGER)