Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Rêzdar Mustafa Ozçelîk Peyameke Pîrozbahîyê Ji bo Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê rêkir. Di peyama PAK'ê de ev hevok hatin rêzkirin:
Rêzdar Mustafa Hicrî
Berpirsê Navenda Birêveberîya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Rêzdar Kek Mustafa Hicrî
Em lê agahdar bûne ku, di 26emîn Kongreya Internasyonala Sosyalîst a ku li Madrîd a bajarê Îspanyayê li dar ketibû da, roja 25.11.2022yê, ji bo rêz lê girtina xebat û têkoşîna PDKÎyê, bi navê ‘’Aştî, Azadî û Dadperwerîyê’’ li ser navê Internasyonala Sosyalîst spasnameyek pêşkêşî cenabê we hatîye kirin.
Em bi vê spasnameyê gelekî kêfxweş û serbilind bûn.
Ev spasnameya, rûmet dayîn û piştgirîyeke mezine ji bo doza rewa ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û ji bo xebata meşrû û dilsozane ya hemû şehîd û têkoşer û kedkar û endamên PDK Îranê.
Herweha em pê agahdar bûne ku birazîya şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî û endama Yekitîya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê Gulale Şerefkendî jî wek Cîhgira Sekretera Jinên Internasyonala Sosyalîst hatîye hilbijartin. Em bi vê wazîfedarîya Xanim
Gulale Şerefkendî jî gelekî kêfxweş û serbilind in.
Em di wê bawerîyê da ne ku, spasnameya ku cenabê we wergirtîye û wazîfeya Xanim Gulale Şerefkendî, bersîveke xurt e , ji bo êrîş û kuştin û girtin û zordestîyên Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê jî.
Em hêvî dikin ku ev spasnameya ku Internasyonala Sosyalîst pêşkêşî cenabê we kirîye, ji bo raperîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê jî, bibe piştgirî û sîyaseteke navdewletî ya hemû dewletên Ewropayê û dewletên din.
Bi minasebeta vê spasnameya ku cenabê we wergirtîye û ji ber wazîfeya Xanim Gulale Şerefkendî, ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê), ji dil û can, cenabê we û Xanim Gulale Şerefkendî û hemû rêvebir û endam û têkoşerên PDK Îranê pîroz dikim.
Ez serkeftinê ji we ra dixwazim.
Em bi hemû hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî, niştimanî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Li gel rêz û silavên xwe yên birayane.
26.11.2022
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)