PAKê li Amedê ji bo pîroz kirina Cejna Qurbanê seredana PSK, HAK-PAR û TDK-TEVGERê kir

Heyetên PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 10.10.2022yê bi minasebeta pîroz kirina Cejna Qurbanê seredana PSK, HAK-PAR û TDK-TEVGERê kir û cejna wan pîroz kirin.
10.07.2022, Paz - 14:13
PAKê li Amedê ji bo pîroz kirina Cejna Qurbanê seredana PSK, HAK-PAR û TDK-TEVGERê kir
Nuçe Belav bike

Heyetên cuda cuda yên ku seredana PSK, HAK-PAR û TDK-TEVGERê kirin, ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa PAKê Salîh Kaplan, Husnu Onûk, , Mehmet Alî Yilmaz, Mehmet, Bîlen, Abdûllah Polat pêk hatibûn,

Di van serdanan da, heyetên PSK, HAK-PAR û TDK-TEVGERê, bi awayekî germ û dostane pêşewazîya heyeta PAKê kirin, spasîya xwe anîn ziman û wan jî cejna PAKîyan pîroz kirin.

Heyeta HAK-PARê ya ku pêşewazîya heyeta PAKê kir, ji Cîhgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Davût Bîlînmîş, Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Vasif Kahraman û rêvebirên HAK-PARê Paşa Akdogan û Giyasettîn Demîrtaş pêkhatibûn.

Heyeta PSKyê ya ku pêşewazîya heyeta PAKê kir, ji endamê Meclîsa PSKyê û Serokê Teşkîlata Amedê ya PSKyê Hîdayet Fîdan, endamên Meclîsa PSKyê Vedat Dede, Ahmet Kilil, Nevzat Baykal pêkhatibûn.

Heyeta TDK-TEVGERê ya ku pêşewazîya heyeta PAKê kir, ji Cano Amedî, Îsmaîl Ay, Alî Altan, Mehmet Kaya, Sidiq Değîrmencî pêkhatibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 741 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:37