PAK'ê li Qoserê serdana esnafan kir

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK)\'ê Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê Bedran Acar û revebir û endamên PAKê roja çarşemê, 26.10.2022, li Qoserê seredana bi sedan esnafan kirin.
27.10.2022, Per - 07:30
PAK'ê li Qoserê serdana esnafan kir
Nuçe Belav bike

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk, di derbarê damezrandina 8 salîya PAKê da agahdarî da û belavoka desta ku daxwazên acîl yên miletê Kurd tê da hatibû nivîsandin, li esnafan hate belav kirin.

Dema ku seredana esnafan bidawî dihat, polîsên Qoserê midaxale kirin. Polîsan gotin \"Walîtìya Mêrdînê hemû çalakî û belavok belav kirin qedexe kirîye. Hûn jî nuha belavokekê belav dikin. Ev ne serdana esnafan e.Ji ber wê jî qedexe ye\".

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar jî gotin \"Ji xwe seredana me ya esnafan bidawî hat. Lê ev seredan e û ne qedexe ye. Wek partî mafê me heye ku em seredana esnafan bikin. Hûn cotstandartîyê dikin. Gelek partî bi dilê xwe çalakîyan dikin lê hûn çavên xwe ji wan ra digirin, hûn nabêjin qedexe ye\".

Esnafên Qoserê bi awayekî germ pêşewazîya PAKî\'yan kirin.

Seredana heyeta PAKê ya li esnafên Qoserê bi awayekî berhemdar bidawî hat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:49