PAK'ê Umît Ozdag ewayek tund şermezar kir

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), di derbartê axaftinên nijadperestî ya Serokê Partiya Zafer'ê Umît Ozdag de ku li hemberî nirxên netewa Kurd de kiribû daxûyanîyek belavkir û Ozdag ewayek tund şermezarkir.
16.08.2022, Sal - 13:44
PAK'ê Umît Ozdag ewayek tund şermezar kir
Nuçe Belav bike

Umît Ozdagê dijminê nirxên neteweyî yên miletê Kurd e, em wî şermezar dikin

Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag, heqaret li rêberê milî yê miletê Kurd û kesayetekî qebûlbar ê dînî Şêx Seîd Efendî kirîye.Demeke berê jî Umît Ozdag heqaret li rêberê millî yê miletê Kurd Seyîd Riza jî kiribû.

Daxûyanîya PAK'ê ya di derbarê Ozdag de ev gotin hatin rêzkirin:

Helbete ku tu hekaret, dê nikaribe tesîrê li qîmet û rola rêberên me yên milî bike.

Rêberên miletê Kurd bi dilsozî canê xwe ji bo miletê xwe û ji bo doza xwe feda kirine. Ew di dilê me da, di têkoşîna me da dijîn.

Divê Umît Ozdag û yên wekî wî baş bizanibin ku, miletê Kurd dê bersîva herî baş , bi azadî û serxwebûna welatê xwe û pêşeroja xwe ve bide wî û yên wek wî. Tu hêrîş û hewlên nîjadperestan dê nikaribin rê li ber vê yekê bigirin.

Em bi rêzdarî rêberên xwe yên milî bibîr tînin, em bi wan serbilind in û em Umît Ozdag şermezar dikin, protesto dikin.

Divê Baroyên Bakurê Kurdistanê di derbarê Umît Ozdag da dozê vekin û di mehkemeyê da, rûyê wî yê qirêj bê aşkere kirin, bê mehkûm kirin.

Umît Ozdag dijminê kurdan e û divê bi sûcê dijî mirovahîyê û nîjadperestîyê bê darizandin û divê hemû Kurd xwe terefê vê dozê bibînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:01