Parêzbendiya parlamentera HDPê hat betalkirin

Li Parlamentoya Tirkiyê ji ber du fezlekeyan parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Semra Guzel hat rakirin.
02.03.2022, Çar - 05:30
Parêzbendiya parlamentera HDPê hat betalkirin
Nuçe Belav bike

Li Parlamentoya Tirkiyê 1ê Adarê biryara Komîsyona Hevbeş a ji bo rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPê Semra Guzel hate gotûbêjkirin û Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar jî beşdarî Lijneya Giştî bûn.

Serokwekîlê Grupa HDPê Saruhan Oluç 3 demjimêran bo parastina Semra Guzel axivî. Piştî parastinê ji bo fezlekeya yekem a derbarê Guzelê de 313 dengên erê û 52 dengên na, ji bo fezlekeya duyemîn jî 327 dengên erê û 52 dengên na hatin dayîn.

Li gor agahiyan piştî vê yekê parlementerên HDPê ev biryara Lijneya Giştî protesto kirin û derketin.

Piştî rakirina perêzbendiyê parlementeriyê dê dosye ji Wezareta Dadê re bê şandin û wezaret dê dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne û pêvajoya darazê dest pê bike.

Di bombebarana 29ê Nîsana 2017an a li gundê Axçali yê Semsûrê de 4 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dabûn û hatibû ragihandin ku yek ji wan jî Volkan Bora ye.

Li gorî medya Tirkiyê, di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve hatiye kirin, di telefona destan a Volkan Bora de gihîştine wêneyan ku hinek ji wan jî bi Semra Guzel re kişandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 705 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:42:23