Namzedê Serokê Şaredariya Êlihê yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Partiyê Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî beşek axaftinên xwe yên di mîtîngeke xwe de belav kir.
Serkan Ramanli di axaftina xwe de navê çend serok û rêberên Kurdan ên wekî Mela Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed û Şêx Seîdê Pîran anîn ziman.
Ramanli ew kes wek kesên pêşeng bi nav kirin û got:
“Wan rehberî, rêzantî û pêşengtiya gelê xwe kir. Rê diyar e û rê rêya Îslamê ye.”
Serkan Ramanli herwiha ragihand ku ew wek HUDA PAR xwedî li çand, dîrok, nasme û zimanê Kurdî jî derdikevin.