Piştî danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê, li parêzgeha Colemêrgê û navçeyên wê û li gelek bajar û parêzgehên Bakurê Kurdistanê nerazîbûn xwepêşandan berdewam dikin.
Li aliyên din, partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê jî bi tûndî li dijî danîna qeyûman derdikevin.
Partiyên siyasî li Bakurê Kurdistanê li dijî vê yekê ne û dixwazin biryara danîna qeyûm bê hilweşandin.
Partiyên wekî, PSK- PWK- PÎA û HAK-PARê yên Bakurê Kurdistanê biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê a danîna qeyûm şermezar kir û xwest wezaret ji vê biryarê vegere.
Endamê Encumena Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Henîfî Eren got, “Em vê biryarê bi tundî şermezar dikin .Her çiqas Dem Partî xwe wek partiyeke Kurdî nebine jî em zanin ku sedema danîna qeyûm ji ber Kurdbûna wan e.”
“Ev rê rêya aqil nîne”
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî wiha got:
“Gelo di nav dewletê de şerek heye, yan jî ji bo dilê MHPyê razî bikin gavên wisa davêjin.
An jî dixwazin dilê xelkê Tirkiyeyê xweş bikin wisa dikin em nizanin.
Tiştên ku em dibêjin, tiştên li ber çevan in. Ev rê rêya aqil nîn e û sûda wê jî ji ti kesî re nîn e.”
Nûnerên hin partiyan jî amaje bi wê yekê dikin ku DEM Partiyê kê jî bike namzed dê ew bihata hilbijartin û dê desthilatê ji bo danîna qeyûm hincetek jê re bidîta.
“Ji bo danîna qeyûm hincetan çêdikin”
Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PİA) Ehmed Kaya jî wiha got:
“Qeyûm li cihê min jî hat danîn û ti dozek li ser min tune bû.
Dozekê îcat kirin, peyda kirin. Ji bo wê jî ew tiştên dibêjin ne rast in.
Eger aniha tu însanekî li nava dergûşekê mezin bikî wî bikî namzed û dê biryara danîna qeyûm bistînin dê dîsan qeyûm bi ser wî de were danîn.
Yanî ev ne tedbîr e û ne jî çare ye. Meseleya gur û pez e û gur niyet kiriye mihê bixwe.”
“Li Bakurê Kurdistanê hiqûq nîne”
Berdevkê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Henîfî Tûran jî wiha got:
Ji berê de rûdinên her tiştên xwe hazir dikin û dibêjin dê wî bigirin û digirin.
Bi serde jî 20 sal jî ceza dan şaredar. Yanî ev tê wateya ku li Tirkiyeyê hiqûq nîne.
Bi taybet li Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê hiqûqa Tirkiyeyê, hiqûqa navxweyî jî nayê meşandin.”
Her çend ji bo gelek aliyan danîna qeyûm ne surprîz jî be piştî 8 sal û nîvan gelek kes jî ne li bende bûn ku qeyûm li ser şaredariyan werin danîn.
Lê aniha ya tê dîtin ev e irsa,“Gelo ji bo bajarên din jî dê qeyûm were danîn an na?” di bîra her kesî de ye.