Pênc kes ji ber şewatan li daristanên Bakurê Kurdistanê mirin

Hejmareke welatiyan li Bakurê Kurdistanê ji ber şewatan li daristanên çend gundan mirin û çend welatiyên din jî birîndar bûn.
21.06.2024, Cum - 10:15
Pênc kes ji ber şewatan li daristanên Bakurê Kurdistanê mirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca îro (În, 21.06.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ji ber şewatan li daristanên çend gundên parêzgeha Mêrdînê ya başûrê rojhilatê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê), pênc kes mirine.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê herwesa amaje jî da, “Ji bilî mirina pênc kesan, di eynî demê de 44 kesên din jî birîndar in ku birînên 10 ji wan giran in.”

Pêştir li roja 05.06.2024ê li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê jî ji ber sedemeke nediyar li qada daristanê şewat derket, lê bi midaxeleya tîmên agirvemirandinê ew agir di sê seetan de hat vemirandin.

Herwesa li roja 19.06.2024ê agir berbû daristana Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê jî. Wezîrê Çandinê û Daristanan ê Tirkiyeyê Ibrahim Yumakli got, “Ji ber lezatiya bayî, kontirolkirina wî agirî bizehmet e.”

Ibrahim Yumakli herwesa ragehand, “Tevî bizavan, rûberê 575 hêktaran ji pûş û pelex û daristanan şewitîne û ji ber wê yekê jî hatinûçûn ji bo Tengava Çanakkaleyê hatiye rawestandin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:51:43