PKK çalakiyên xwe yên çekdarî radiwestîne

Rêveberê payebilind ê PKK'ê Cemîl Bayik bang li hêzên xwe yên çekdarî kir ku ji ber karesata erdhejê ti êrîşan li Tirkiyeyê pêk nehînin.
10.02.2023, Cum - 12:25
PKK çalakiyên xwe yên çekdarî radiwestîne
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ANF’ê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî rewşa piştî erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê peyamek weşand û got, “Em bang li hemû hêzên xwe yên di çalakiyên leşkerî de ne dikin; Li Tirkiyeyê, li metropol û bajaran çalakiyên leşkerî rawestînin.”

Bayik got, “heta dewleta Tirkiyeyê, bi ser me de neyê û êrîşê me neke, me biryar da ku em çalakiyan nekin. Heta ku êşên gelê me kêm bibin, birînên xwe derman bikin, ev biryara me derbasdar e.”

Cemîl Bayik bi gotina hestên civakê gelek bandor li ser me kir, diyar kir: “Ji bo yên jiyana xwe ji dest dane, ez ji Xwedê rehmetê dixwazim, ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim, dibêjim ji bo yê bi malbatî jiyana xwe ji dest dane, ji bo hemû gelê me sersaxiyê dixwazim. Em hest û êşên ku hûn dikişînin, hîs dikin û dijîn.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku erdhej li hemû derên cîhanê diqewimin, lê ya giring ew e ku gelek welat ji bo erdhejê tedbîrên xwe werdigirin, lê li Tirkiyê tiştekî wiha tune ye û tedbîr nayên wergirtin. Cemîl Bayik li ser vê yekê got: “Em li Tirkiyeyê dinihêrin; lê Tirkiye ji ber ku ew tedbîr wernegirtine, felaket çêdibin. Hêj jî bi hezaran mirovên me di bin kavilan de ne. Pêwîst e em wan zû derbixin. Ji ber ku zivistan e, berf e, baran e, serma ye. Eger em zû dernexin, dibe ku gelek kes ji ber sermayê jiyana xwe ji dest bidin. Lewma divê her kes çi derfetên xwe hebin divê seferber bike, bi lez alîkarî ên ku di bin avahiyan de mane, bi pêş bixin. Saziyên demokratîk û her kes, derfetên xwe çi ne, divê bi tevahî ji bo wê seferber bikin.”

Bayik siyaseta Tirkiyê rexne kir û da xuyakirin ku dewletê ji bo karesatên wek erdhejê tedbîrên pêwîst wernegirtine. Bayik got: “Eger dewleta Tirkiyeyê jî wek Japonê tedbîr werbigirtana ew êşên ku îro tên kişandin, dê nehatana kişandin. Bi hezaran avahî xeran nabin. Bajar û gund xerab nabin û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest nadin, birîndar nabin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê biryara ragihandina rewşa awarte li herêmên erdhejê jî rexne kir û got: “Dixwazin ser erdhejê bigirin. Dixwazin ser êşa gel, qêrîna gel bigirin ku dengê wan tu caran negihîje çi cihan. Dixwazin ser erdhejê bi temamî bigirin ku kes pê nehise. Pirsgirêkên tên jiyîn ku kes fêm neke. Ji bo wê jî ragihandinên xwe bi liv tevger kirine.”

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.

Di encama erdhejê de wêraniyek mezin li herêmê çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane, herwiha bi hezaran kes mirine û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Li gor amarên herî nû yên AFADê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 18 hezar û 342an di erdhejên 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.

Her ji ber rewşa xirab a herêmê piştî erdheja 6ê Sibatê, hikûmeta Tirkiyê li herêmên erdhejê rewşa awarte ragihand ku dê 3 mehan dom bike. Parlamentoya Tirkiyê duh Çarşeê 9ê Sibatê ev biryar pesend kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 628 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:37