Polîsan avêtin ser MED-DER û Payîz Pirtûk: 16 kes binçav kirin
Li Diyarbekir polîsan avêtin ser MED-DER ku hevserokên MED-DERê jî tê de 16 kes hatin binçavkirin, Dem Partiyê derbarê binçavkirinan de got, ev operasyon li dijî çand û zimanê kurdî ye.
24.09.2024, Sal - 14:42
Hêzên ewlekariyê li Diyarbekir avêtin ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (MED-DER). Di operasyonê de Hveserokên MED-DERê Remzî Azîzoglû û Şukran Yakût jî tê de 16 kes hatin binçavkirin. Her wiha li Diyarbekirê polîsan avêtin ser pirtukxaneya bi navê Payîz Pirtûk jî.
Hat ragihandin, li Qosera Mêrdînê jî polîsan 3 kesên ku berê rêveberên HDPê bûn ên bi navê Necla Kaya, Abdulganî Ferîtogullari û Yasemîn Demîrkaya jî binçav kirine.
Derbarê serdegirtin û operasyonan de Dem Partiyê daxuyaniyek parve kir û hat amajekirin ku serdegirtinên polîsan zext û fişarên vekirî en ser çand û zimanê kurdî ne ku saziyên daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî dikin bune armanc .
Dem Partiyê bal kêşand ku dê nekaribin rê li ber xwedîlêderketina zimanê zikmakî yê kurdan bigirin.
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:06:52