PSK: Bi maddeyên hişber civaka me tê rizandin

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyekê bal kişand ku bikaranîna maddeyên hişber, bi taybet li bajarên Bakurê Kurdistanê gihiştiye asteke metirsîdar û bangewazî li hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl kir ku bi hevkarî têkoşîneke giştî li hember belavbûna bikaranîna maddeyên hişber, bidin destpêkirin.
14.12.2022, Çar - 05:37
PSK: Bi maddeyên hişber civaka me tê rizandin
Nuçe Belav bike

PSKê li Diyarbekirê bi daxuyaniyek balê kişand ku temenê bikaranîna maddeyên hişber û narkotîk, daketiye 10-12 salî û ji 4 dosyayên edlî, 3 dosya jî di derheqê maddeyên hişber ango nakotîkê de ne. Dîsa hat daxuyandin ku li Tirkiyê bikaranîna maddeyên narkotîk sedan 3 e, lê li Diyarbekir û bajarên Bakur ev dane digihîjin ji sedan 10’an.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel; “Li ber çavên me civaka me tê rizandin, tê tune kirin û ber bi mirinê ve tê birin. Em viya wek komkujiyeke demdirêj dibînin ku miletê me di nav demdirêjî de bê tunekirin. Ev metirsiyeke pir mezin e. Ev tenê nabe sedema mirin û xwekujiya zarokên me, hem wext dibe sedemê reşkirin û bê hêvîkirina dahatî û paşeroja me jî. Ji bo vê yekê em dixwazin vê meseleyê bikin rojeva partiyên siyasî û sazî û dezgehên sivîl. Bi vê mebestê jî emê wan ziyaret bikin.” ev gotin rêzkirin.

Rêveberên saziyên ku kar û xebatên li dijî maddeyên hişber û narqotîk didin jî, balê dikşînin ku sedemên cuda yên bikaranîna madeyên narqotîk hene û divê malbat, saziyên sivîl û dewlet bi polîtîqayên taybet pêşî li belavbûn û bikaranîna maddeyên narqotîk bigirin.

Serokê Komeleya Stêrka Kesk Yahya Oger ji K24ê re diyar kir: “Maddeyên narqotîk ne tenê ji bo Tirkiyê û Diyarbekirê, ji bo hemû cîhanê bela ye. Yanî bikaranîna madeyên narqotîk li hemû dinyayê zêde bûye û piştî pandemiyê jî tê gotin ku berê 10 kes be, niha bûye 50 kes. Loma jî divê eviya bibe polîtîqaya hikûmet û dewletan.”

Bikaranîna maddeyên hişber li hemû cîhanê bûye kêşeyeke serekî. Saziyên sivîl balê dikşînin ku divê opozisyon û desthilatdarî bi polîtîqayên hevbeş li hember vê rewşê rawestin. Ji aliyê din ve partiyên siyasî yên Kurd jî diyar dikin, li bajarên Bakur û Diyarbekirê bikaranîna hişber û madeyên narqotîk li gor ciyên din gelek zêdetir e. Loma jî divê sazî û dezgehên vî bajarî û partiyên siyasî pêşengî û hevkarî bikin da ku pêşî li bikaranîna madeyên hişber û narqotîk bê girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:07