PWK biryara girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe şermezar dike

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li roja 9ê vê mehê polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) de girt û 4 endamên wê desteser kirin.
12.07.2024, Cum - 10:08
PWK biryara girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe şermezar dike
Nuçe Belav bike

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyamek parve kir û tê de girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) şermezar dike.

Tekista şermezarkirina biryara girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe ya PWKyê:

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li roja 9ê vê mehê polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê bi ser navenda PCSyê de girtibûn û 4 endamên wê hatibûn desteserkirin.

Li gorî agahdarîyên heyî, polîsan bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi ser navenda PCSyê de girtibûn û 4 endamên wê biribûn Mêrsînê.

Rêvebirên PCSyê duh (11.07.2024) derketin dadgehê. Dadgeha Mêrsînê bi hinceta “endamtîya PKK û KCKyê” biryara girtina Ferîd Azad û hevalê wî Behçet Çîftçî da. 2 endamên din ên PCSyê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Em vê biryara girtina rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad û Behçet Çîftçî şermezar dikin.

Platforma Ciwanên Serbixwe ji bo zimanê kurdî xebatê dimeşîne.

Girtina rêvebirên PCSyê, binpêkirina azadîya ramanî û xebata rêxistinî ye; nîşana dijayetîya zimanê kurdî ye.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:59:39