PWK: Cejna Noelê li Xiristîyanên Cîhanê û Kurdistanê pîroz be!

PWK Cejna Noelê li Xiristîyanên Cîhanê û Kurdistanê pîroz kir
23.12.2023, Cts - 13:55
PWK: Cejna Noelê li Xiristîyanên Cîhanê û Kurdistanê pîroz be!
Nuçe Belav bike

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) cejna Noelê ya xiristîyan/mesîhîyên cihanê û bi taybetî jî cejna Noelê ya mesîhîyên Kurdistanê pîroz dikin.

PWK, mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê yên etnîkî û û olî weke mafekî wan yên xwezayî û esasî dibîne û diparêze.

Kurdistan welatê miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê ye. Kurdistan cî û warê pêkvejiyana kultur, ol û bawerîyên cihêreng e. PWK vê rastîyê weke zengînî û dewlemendîya Kurdistanê dibîne.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 594 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:56